Polîtîk

Hûda-Par helwesta xwe eşkere kir

HÛDA-PAR helwesta xwe di referandumê de eşkere kir.Serokê Hûda- Parê  Zekeriya Yapıcıoğlu di vê derbarê de helwesta partiya xwe eşkere kir û got: Emê wek partî di referandumê de bêjin Erê.Di derbarê guhertina destûrê de  Zekeriya Yapıcıoğlu  got: Dema hevdîtinên li ser destûrî di komisyon û parlementoyê de dihata kirin, bûyerên çîbûyîn  ne xweşbûn. Mefê kesekî tuneye ku, yên ne wek wan bifikirê bi xiyanetê itham bikin.Yapicioglu berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Destûra 1982ê destûra darbeya leşkeriye, sedemê gelek nakokî û nexweşîyên civakî ev destûre. Divê hemû awayî ev destûr ji holê rabe.Dema destûra darbeyan hebê, hukumet jî biguherin hinek dezgehên dewletê de guhertin çêbibin cardin problem ji holê ranabin.Zekeriya Yapıcıoğlu berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Niha guhertin çêbûne û ev guhertin yan ji aliyê gel ve tê pejirandin, yan jî red kirin. Divê herkes rêzê li îrada gel bigre.Serokê Hûda Parê dibêje: Em van guhertina kêm dibînin û têrê nake.Bawer dikin ku pêwistî destûrek sivîl bi temamî heye.Lê em temenî dikin ku ev guhertin bibe gavek ber bi destûrek sivil ve. Ji bo vê yekê ji di referandumê de emê wek partî bêjin Erê.

Back to top button