Cîhan

Idlib bikeve di destê rjimê de Tirkiye dikeve tengiyek mezin de

Li gor nûçeyeke Anhayê Fermadarê giştî yê Tûgaya Şemal El-Demoqratî Ebû Umer El-El-Idlibî li ser rûdanên li Idlibê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku rêzkirina wêneya diyar ji bo Idlibê hîna zû ye, lê hêzên leşkerî li wir hene, agahî hene ku yên Tirk jî hene.El-Idlibî diyar kir ku hemû çeteyên niha li Idlibê yekser girêdayî dewleta Tirk in û bi hev re şer dikin û wiha got: “Şerê di navbera çeteyan de tê kirin planeke ji aliyê Tirkiyeyê ve ye, armanc jê şêniyan bitirsîne û kesên fermanên wan pêk neynin ceza bikin.”Ebû Umer El-Idlibî, da xuyakirin ku tê texmînkirin Tirkiye çekên xwe yên giran ji komên çete yên li Idlibê vekişîne û wan tesfiye bike, dema ku bi Rûsyayê re li hev bikin û wiha domand: “Dibe ku ev kom veguherin hêzên ewlekariya hundirîn, piştî ku Tirkiye yekîneyên xwe li Idlibê belav bike. Lê bi rastî komên çete yên li Idlibê xwedî hêzek in, heke çek ji wan re werin şandin dikarin rêjîmê têk bibin.”Ebû Umer E-Idlibî anî ziman ku çarenûsa Cerablus, Bab, Ezaz, Cerablus û Efrînê girêdayî çarenûsa Idlibê ye û got heke rêjîm Idlibê careke din bigire dê ji bo Tirkiyeyê derbeyeke mezin be û dê hemû kaxezên xwe winda bike.Fermandarê Tûgaya El-Şemal El-Demoqratî Ebû Umer El-Idlibî bal kişand ser nakokiyên civîna Tehranê û destnîşan kir ku welatên li Tehranê civiyan, negihaştin encamekê. Ktv

Back to top button