Cîhan

Îran berdewî kar dike ku çekên atomî çêbike

Serokwezîrê Îsrail Benjamin Netenyahu, da xûyakirin ku li Îranê pirkirina atomî berdewame.Ji bo Îran çêkên atomî çênekê û bernameya xwe ya pirkirina atomî bisekinîne di navbera Îran, Amerika û welatên wek Fransa, Ingiltere û Almanya de peymanek Atomî hatibû îmze kirin.Ji berî demekî serokê Amerikayê Trump dabû xûyakirin ku ew dikarin xwe ji peymana Atomî vekişînin.Lê Îranê li himber vê daxûyaniya Trump helwestek tund dabû nîşandan. Welatên din dixwazin ev hevhatina atomî li gel Îranê berdewam be.Li nawenda wezereta bergirîya Îsrail serokwezîrê vîwelatî Netenyahu axvtinek kir û ragihand ku bi destê Îsrail de gelek belge hene ku Îranê tu cara ev bernameya xwe nesekinandîye.Netanyahu di vê derbarê de got: Me Amerîka li ser wan zanyariyan agehdar kirine ku, Îran dixweze bombeyeke atomî bi 5 caran ji ya Hîroşîma mezintir çêbike.Netenyau dibêje ku, Îranê tu cara bernama xwe ya çêkirina bombeya atomî ne sekinadiye û çalakiyên wan di vê derbarê de berdewame.

Back to top button