CîhanPolîtîk

Îran dixwaze li gel Tirkiye operasyonê li dijê PKKê bike

Naveroka hevdîtinên navbera Îran û Tirkiye eşkere dibe. Heftiya bûrî serokerkanê Îranê Mihemmed Bakirî ji bo sê roja serdana Tirkiye kir û gelek hevdîtin berpirsên dewleta Tirkre pêkanîn.Li gora rojnama Tirkiye naveroka van hevdîtinan eşkere dibe. Rojname îdia dike ku, Îran li gel Tirkiye dixwaze li dijê PKKê oparayona bike.Piştî pêwendiyên YPGê û Amerika Îran ji vê yekê gelek acize û ditirsê ku PKK rojekî bi daxwaziya Amerika berê van çekan bide Îranê. Herweha Tirkiye jî ji bo heman sedemê çend cara nerihetiya xwe gihandiye Amerika û dayina çekan ji bo YPG ji bo Tirkiye bûye cihê metirsîyê.Serokerkanê Îranê ji Tirkiye re pêşniyar kiriye ku, Îran û Tirkiye bi hevre li Qendil û Singalê li dijê PKKê operasyona bikin.Tirkiye ji bo vê pêşniyare daye xûyakirin ku ji berî vê yekê pêwiste ew û Îran di 7 xalên din de li hev bikin.Li gora rojname dibêje di du mehên pêşiya me de eger herdu welat li hevbikin ihtimala operasyonên hevbeş derdikeve holê. 

Back to top button