Polîtîk

Îran: Herêma Kurdistanê ji bo me gelek girînge

Roja pênçşem 30.07.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Ehmed Emîrî Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Encumena Asayîşa Neteweyî ya Îranê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de behsa metirsiya derketina terorîstên Da’îş û hizra tekfîrî ya li ser asayîşa cîhan û navçeyê xistin ber behs û di derbarê hewla hevbeşa hemû aliyek û çawayiya rûbirûbûna metirsiyên hizra tundrewî û terorê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha pêşhatên siyasî û emniyê dawî ya navçeyê jî guftûgo kirin.Li beşekî vê hevdîtinê de Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Îranê behsa rola hêzên Pêşmerge ya li têkşikandin û ragirtina êrîşa terorîstan kir ku destekî bilind li parastina asayîşa navçeyê û welatên li hereşeya terorîstên Da’îş de hebûye.Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan di derbarê rêkkeftina navekî(atomî) ya welatê wan li gel rojava û her wiha pêşketin û guhertinên siyasiyên navçeyê de bîr û ramananên xwe ji bo Serok Barzanî xistin rû û tekez jî li wê yekê kirin ku asayîş û aramî û hêza Herêma Kurdistanê ji bo Komara Îslamî ya Îranê gelek girînge. 

Back to top button