CivakPolîtîk

Îranê êrîşê Bingehê PDKÎ kir şehid û birîndar hene

Îran çend roket avêtine ser bingehê Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê û li gorî zanyariyan şehîd û birîndar hene.Endamê Serkirdatiya HDKê Îbrahîm Çukelî ragihand: “Çend mûşek li baregaha HDKê ketine û hejmareke şehîd û birîndar hene.”Hejmareke xelkê Koye tekez dikin ku balafirên bê pîlot li ser asmanê Koye firiyane.Endamê Rêveberê HDKê Mensûr Mirwetî ragihand: “Em di civîna serkirdatiya partiya xwe de bûn, dema ku Îran bi mûşekan li navenda me dan û hejmareke şehîda û birîndar hene. Birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.”Berpirsê Asayişa HDKê Karo Resûl jî ragihand: “Nêzîkî 10 mûşek bo navenda me hatin avêtin û hejmareke şehîd û birîndarên me hene.”Ji aliyek din ve, Rêveberê Ragihandina Tendirûstiya Hewlêrê daxûyakirin  ku heta niha 6 birîndarên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) ji bajarê Koyê gihîştine Hewlêrê û nexweşxaneyê tên dermankirin.Berdevkê Hêzên Pêşmergeyên HDKê Kawey Behramî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê hêzên Îranê navenda me ya Koyê dan ber mûşekan û gelek ziyan gihandin me, ku gelek şehîd û birîndarên me hene.”Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, di wê êrîşê de Sekreterê HDKê Mistefa Mewlûdî û Sekreterê berê yê HDKê Xalid Ezîz di wê êrîşê de birîndar bûne.Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ragihandinê yê Tendirûstiya Hewlêrê Faxir Kirmancî ji malpera KDP.info re ragihand: “Nexweşxaneyên Hewlêrê ji bo pêşwaziya li birîndarên HDKê di amadebaşiyê de ne û heta niha 6 birîndar bo nexweşxaniyên Hewlêrê hatine veguhestin.” 

Back to top button