Cîhan

Iraq dixwaze 8 hezar mehkûman daliqîne

Komîteya Mafên Mirovan a Meclisa Nûneran a Iraqê xwest ku kesên cezayê îdamê li wan hatiye birîn bêm daliqandin.

Li gor nûçeya Independent; Komîteya Mafên Mirovan a Meclisa Nûneran a Iraqê, ji bo ku zêdebûna di girtîgehan de bê kêmkirin, xwest 8 hezar mehkûmên ku cezayê îdamê li wan hatiye birîn bên şeniqandin.

Endamê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Iraqê Zuhêr Fetlavî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li girtîgehên welêt girtîgeh mişt û tije bûne.

Li gor Fatlavî, qelebalix û girtiyên zêde ne tenê xizmetguzariyan asteng dike, di heman demê de di girtîgehan de dibe sedema belavbûna nexweşiyan jî.

Fatlavî bi bîr xist ku ji sala 2014an û vir ve 8 hezar kes ji ber sûcên terorê hatine cezakirin û diyar kir ku ji wê rojê heta niha tu kes nehatiye şeniqandin.

Zuhêr Fetlav ji Serokkomar Ebdulletîf Reşîd xwest ku cezayên 8 hezar mehkûmên îdamê bipejirîne û bang li wî kir ku “Ji bo cîbicîkirina cezayên wan ên şeniqandinê erêkirina pêwîst bide”.

Endamê Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoya Iraqê Zuhêr Fetlevî bal kişand ser projeyasaya lêborînê û got: “Lijneyê xebatên xwe ji bo lezkirina pesendkirina projeyasaya lêborînê zêde kiriye da ku her kes bikaribe carek din mafên xwe bi dest bixe”.

Back to top button