Malper | îro | Bîranîna Îdris Barzanî

Bîranîna Îdris Barzanî

Li piraniya Bajar û Bajarokên Kurdistanê bi minasebeta 25mîn salvegera Şehadeta têkoşerê nemir yê gelê kurd, Îdrîs Barzani merasim û çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.

Li gora ku Kurdistan TV ragihandî; Di wan merasim û çalakiyan de ku, ji aliyê şax û saziyên partiya demokrata Kurdistanê ve hatibûn organîzekirin, rêheval û dost û hevsengerên rehmetî kak Îdrîs hertim zindî di derbarê jiyan, kar, têkoşîn û xebata nemir de çendîn peyv û gotarên curbicur pêşkêş kirin.

Di tevahiya wan gotaran de ev yek hate eşkerekirin ku, rehmetî kak Îdrîs Barzaniyê hertim saq jibilî ku, pêşmergeyeke qehreman ya rêbaza Kurdayetî bûye hevdem Serok û Serkirdeyeke jêhatî û ciwamêr û dilsoz bûye bo Gel û welatê xwe.

Her di nava wan peyv û gotaran de behsa moral û asta bilind ya xweragirî û berxwedêriya rehmetî kak Îdrîs jî hate kirin û rehmetî bi berxwedêreke mezin û qehremanek bêhempa hate wesifkirin.

Keseyat û rolê Îdrîs Barzanî di şoreşa gelê Kurdistanê de gelek mezin e û taybetî di dema xwe de ji bo yekitiya di nava Tevgera kurd û nasandina pirsa kurd di qada navnetewî de rolê Îdris Barzanî her demî gelek bilind tê nirxandin..

Di 25 salvegera şehadeta tekoşerê her tim zindî de em wî bi rêz bîrtînin.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serokê Kurdistanê li kongreya WFDY (Video)

Gotara Serokê Kurdistanê ya li Kongreya Yekîtiya Xortên Demokratê Cîhan(WFDY) li Hewlêr ...



PDK: Barzanî milkê dîroka derbasbûyî, niha û ya pêşeroja gelê kurd e
    Duhî polîtbûroya  Partiya Demokrata Kurdistanê bi minasebeta salvegera wefatkirina rêberê mezin yê gelê kurd nemir Mistefa Barzanî daxuyaniyek weşand ku, ev jî texta wê ye: Îro ...
Li Helebceyê peykera Danielle Mitterand hate danîn
 Li gora nûçeya Kurdistan Tv-ê, Îro hevdem ligel dom kirina sêyemîn roj li merasima perseya dosta Gelê Kurd rehmetî Xatû Danielle Mitterand, Peykera vê jî ...
Perseya rehmetî Mehmûd Herkî
Piştî ku, duhî Endamê Desteya Serokatiya Partiya demokrata Kurdistanê û Birêveberê şaxê 19 ya PDK xwedê jê razî Heval Muhemed Herkî ji ber nexweşia dil ...
Serok Barzanî beşdarî bîranina şoreşa Islamîya Îranê kir
Doh çarşemiyê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê beşdarî merasima taybetî ya konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêr kir ku bi minasebeta sîh û yekemîn ...
Serxweşiya wefata Hemaîl Xanê- Seid Herîrî Bi minasebeta koçbarbûna rehmetî hevjîna rêberê gelê kurd  Mistefa Barzaniyê nemir û dayika serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî xatû Hemaîl Xanê,  serokwezîrê berê yê Libnanê Seid Herîrî ...