Cîhan

Îsrail arikariya xelkê sivîl li Suriye dike

 Berdevkê artêşa Îsrail dibêjewan zêdeyî 60 ton arîkarî rêkirine jib o xelkê mişext li suriye.  Hatiye dîyarkirn ku,  di nav wan alîkariyan de, nêzîkî 13 ton ji kelûpelên xwarinê û 15 ton ji derman, xwarin û şîrê zarokan û 30 ton ji pêlav û cil û bergan heye, li aliyê Sûrî yê Colanê li ser meşextan hatiye dabeşkirin.Ew meşextên Sûryê ji ber operasyona serbazî ya rêjîmê li ser parêzgeha Der`a reviyane.Di daxuyaniyekê de Artêşa Israîlî zelal kir, ku bi riya hin kesên nenaskirî li nav Sûryê, ew alîkarî ji Colanê derbasî aliyê Sûryê bûn û li ser meşextan hatin dabeşkirin.Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, bêtirî 50 hezar kes ji deverên operasyonan, ber bi sînorê Urdinê ve revyane û li gorî Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan, bêtirî 120 hezar kes meşext bûne.Ev yek jî di demekê de ye, ku Hikûmeta Urdinê ragihandiye, ew nema kare hejmareke din ji penaberên Sûryê pêşwazî bike. 

Back to top button