Cîhan

Îsrail cardin êrîşê bingehên Îranîya li Suriye kir

Ajansên  Erebî, ji ser daxûyaniya  pizîşkî li nexweşxaneya  bajarê Himsê ragihandin, ku di encama êrîşên firokeyên Israîlî de, balafirxaneya leşkerî li  Deba  21 serbaz hatin kuştin û di nav wan de, 9 serbazên Îranî hene.Firokeyên cengî yên Israîlî êrîşî embarên çekan û ketîbeya berevaniya ezmanî li nav wê balefirxaneyê kirin, ku çekdarên Hizbullahê û milîsên Îranî mezintirîn bingeha serbazî têde ava kirine.Li gorî jêderên xwecihî, bi awayekî heftane, firokeyên Îranî yên barkirî bi keresteyên serbazî û xwarinê, li firîngeha serbazî ya Deb`a dadikevin.Derbarê wê êrîşê, heya niha Hikûmeta Israîlî ti daxuyaniyek nedaye, lê di dema dawî de, êrîşên Israîlî li dijî hêz û milîsên Îranî li nav axa Sûryê zêde bûne, di roja 10ê vê mehê de jî, artêşa Israîlî bi mûşekan, êrîşî embarên çekan û navendeke radarê û hin bingehên serbazî yên hêzên rêjîma Sûryê li derdora Şamê kir û li devera Qisêr jî, artêşa Israîlê êrîşî bingehên Hizbulaha Lubnanî kir.

Back to top button