CîhanPolîtîk

Îsraîl: Divê Kurdistan bibe serbixwe

Hukumeta Îsraîl pişgiriyê dide raguhandina dewletek kurdî. Heta Îsraîl ji pişgiriyê wêdetir hewldide ku dewletek serbixwe ya Kurd li herêmê bê avakirin.Bi çend minasebeta de hukumeta Îsraîlê bi zimanek fermî ev yek ragihand.Li gora nûçeyek ku di malpera Middle East Eye de hatî belav kirin, serokwezîrê Îsrail SimonPeres ji Obamare gotiye: “ Ji xwe kurda dewleta xwe avakirine û bi awayek demokratik xwe îdare dikin“Herweha berpirsekji wezereta parastina Îsrail Amos Gilad da xuyakirin ku; Îsrail dixwaze kurd dewleta xwe ya serbixwe ragihînin. Îsrail ji bo zererê nedê kurda di qada navnetewî de awayê pêwist vê pirsê naynê ziman.Wek din berpirsek yê MOSADê yê berê Eliezer Tsafir ji ajansa Reuters re gotye: Îsrail dixwaze li Hewlêr balyozxaneya xwe veke. Lê kurd ji bo êrîşên Ereba ev yek hiştine ji bo pêşerojê.

Back to top button