Cîhan

Îsrail êrîşê bingehek leşkerî kir

Li gora ajansa fermi ya Suriye  Sana dide xûyakirin, balefirên Îsrailî bi fûzeyan êrîşê bingehek leşkerî li nêzikî bajarê Helebê kir. Ajans dibêje ku, şevîdin balefirên cengî yên Îsrailê nawendek leşkerî ya rejima Suriye nêzikî Helebe ya bi navê Neyrab bombebaran kirin. Herweha rejim dide xuyakirin ku, tenê zerera madî çêbûye.Di vê derbarê de Îsrail heta niha tu agahdarî nedaye. Lê tê zanin ku li bingeha leşkerî ya Neyrabê milîsên Îranî dimînin û ev bingeh ji aliyê Îraniyan ve tê bi karanîn.Li gora dezgehekî yê çavderiyê li Suriye dike ku li London dimînên, di vê êrîşê de 9 efserên rejima Suriye hatine kuştin. 

Back to top button