Nivîsar

Îxaneta dîrokî yan xwe xapandin

Bêwar Barî Teyfûrî                                                                        

  1. X. 2017

Ev roj xwezila nehilataWê rojê min hizir kir kuCîhan herifîJîyan sekinîMirovahî vemirîTenê hovKujerÊrîşkarDurûXwefiroşman… ***     ***    *** Yên ku resenNetewwelat ê xwe raîxanetê dikinxwe difroşinxelqperestinLi hemberî  yên wehaXweda jîXemsar û bê rehme… .  Her tişt jîyanêda dikare bê guherandin lê ezm û biryara gel, gelan nayê çewîsandin.Gelê herêma Kurdistana başûr ji bo ku jîyanek bi rûmet dest bixe, bibe xayê çarenûsa xwe, ji bindestîyê, ji kevneşopî û kevneperestîyê dûr bikeve 25 ê îlonê 2017 ê salê bi rêk û pêk bi şadimanî, bi serfîrazî ,bi bawerî, bi îsrar li ber dîrokê, li ber cîhanê ji bo serxwebûnê biryara xwe da. Evê biryarê moral û şabûnek mezin kurdara anî, kurdên her çar parçên Kurdisanê û kurdên dîaspora bi bawerî vê biryara netewî ra bûn destek .Gel xwe rizgar û serbilind hîss kir. Lê 16 ê cotmehê ew roja nebixêr kurdara xemgînîyek mezin dîyar kir, kurda hizir kir ku li ber dunyayê şikestin, lewra kurda nikaribû dilê welatê xwe Kerkûkê, xûşk û birayên xwe, mal û mulk, şeref û namûsa gelê xwe ji êrîşên dijmin ên bê exlaq, bê edeb, bê sîyanet biparêze. Morala kurda xerab bû. Vê bûyerê bandorî ser menewîyyata mirovan kir. Yeruselîma (Qudsa) kurdan û dilê Kurdistanê bû qurbana bêtifaqî û îxanetê…Çima  Kurdistan serxwebûnêra ne amedebû, ev pirs gellekan nerehet dike. Belê, destkeftîyên gel bû qurbana îxanetê a hin kesan. Başûrê Kurdistanê têk çû. Ev têkçûn gellekî giran bi giştî li ser netew rûnişt, rayedarên Herêmê bê şer nivî axa welêt radestî kujerên resana gel kirin, teslîm bûn. Rayedaran gotin ji bo ku şerê birakujîyê neqewme em paşve vekişyan. Şermek û rûreşîyek mezin, gel agahdar bû ku malbeta Telebanî êrîşkara ra bûne destek û alîkar, bajar û navçeyên ku li bin kontrola YNK de bûn bê şer radestî dagirkeran hat kirin.Rûdanên ku li herêma Kurdistanê rûdan ji bo vê ne hêjaye, ne pêwîste dewletên din ên desthilatdar û hêzên bîyanî bên tawanbar kirin. Tawanbar, suçkar rayedar ên ku dijmin ra hevkarin, ên ku xaîn û bê cesaretin. Îro kurd bi hevra çawa reftarê dikin hêzên desthilatdar jî gorî vê reftar û helwestê nêzînkayê didin kurdan.Îxanet her tiştî dugehire, hestek xirabe. Netewa ku bi îxanetêva dijî qîsmet û para wî hertim bobelatin.Dîroka kurda de îxanet hertim dubare bûye, nav cîvaka kurda de îxanet hertim zindî û jîre.Xuya bû heya ku kurd îxaneta di nava xwe ji holê raneke, nekuje hertim yê têkçûnê ra rû bi rû bimîne û destê dijmin yê weha di nav netewdabe. Kurda îxaneta nava xwe hertim bê bersîv hîştine. Li vê îxanetê ra jî 30-35 roj dubuhure lê hela hê jî xeyanetkar nehatine ceza kirin, gel di hemberî wan bê denge, helwestekê nîşan nade, lê rewşek şepirzeda rûreşî û alozyan asê maye.Ji bo ku Kurdistan ji alozyan, ji tengasîyan xelazbe pêwîste gelê kurd ji bo xatirê pêşerojê a nifşên hatî, a zarokên xwe bona ku îxanet careke din dubare nebe li hemberî xeyanetkaran, xwefiroşan yekcar biryara xwe bide. Wekî bi cesaret vê biryarê nikare bide vê rewşêda bila serxwebûnê ji bîra xwe derxe. Îxanetêva jîne nabe… Tu milet îxaneta nava xwe qebûl nake, kurda pêştir. Evê îxanetê nirxa giştpirsînê jî erzan kir, heya dawîyê berxwedanê berdewam nekir.Belê îxaneta kurda dîrokîye a dubare hertim ser dikeve. Kurd îxanetkarara hevbeş dijîn dawîyêda jî dibin qurban. Heya îxaneta hundurîn neyê vemirandin, xeyanetkar li pêş cîvakê neyên îfşa kirin, kuştin, Kurdistan û gelê kurd ji xwefiroş  û xeyanetkaran azad û rizgar nebe biryar, daxwaz a gel ê kurd a serxwebûnê ser nakeve, ji mafên xwe mirov yê hesret bimînin. Îxanet nayê efû kirin.Yek jî îxaneta lape miqîmî hevdu qebûlnekirine. Ev helwest bi kurdan ra bi hezar salan didome.Mixabin gelê kurd netewek bi derd û bedbexte.Dîdem û rewşa hêzan pêş çavaye. Ev gel hê jî ji hişmend û toreya klassîk-kevnar, kevneşop azad nebûye. Wek netewek nikare xwe rêk û pêk bike û ji derban, êrîşan biparêze. Bawerîya hêzan bi hev ra tune ev jî gel hertim lawaz dike. Her tişt zelal xuya dike.Ne pêwîste ku kurd xelqêra qehremanîyê bikin û bên pesinandin. Qehremanê mezin ewin ku welatê wan azad, serbixwe û ewladên wan serbilind, zane û hevgirtî hebe.Kurdistan rojên giran derbaz dike, bi alozyan ve ên sîyasî, aborî, leşkerî ve hatîye dorpêçkirin. Nivî axa başûrê Kurdistanê hatîye dagir kirinê. Dujmin şerta dide ber kurda xwe ji goftubêjê, ji dîaloga dûr digire, koçber ji cî û warê xwe, ji zulm zorê diherikin. Kurdistan pêş du amûran ve rû bi rû maye: an koletî, jîna li ser çoka, an jî SERXWEBÛN, serbilindayî.Serxwebûn qurbana teleb dike. Ji bo vê gelê başûrê Kurdistanê biryara xwe 25 ê îlonê de mor kirîye.             KURDISTANEK bê îxanet, paqij pêwîste bê ava kirin. Lê gelo serok û rêber ê partî û rêxistinan çi difikirin. Heya kengê îxaneta dîrokî û xwe xapandin ê berdewam bike. Kurdistan birîndare, xelq heyacan û şokêdaye.  Dîrok benda bersîva dîrokî û yekbûnêye….Li hemberî  kurd û Kurdistanê  dijminên dîrokî ên dagirker hevdu girtine û biryara xwe ji dane. Lê pêşengên hêzên kurdan çi çavra dikin ?… Bendêne ku   Amêrîka, Rûsya, Ewropa Kurdistanek azad hazir di sinîya zêrînda pêşkêşî kurda bikin. Merheba, li bendêvin.Azadî nayê pêşkêş kirin, berdêla wê şeîdin. Kurdistan alozyek dîrokîdaye. Li  ber kurda şerek mezin vedibe, Kurda mecbûr dikin bi şerva destkeftîyên xwe biparêzin. Gavên girîng balkêş gerek bên avîtin.Wekî hêzên kurd bikaribin sîyasetek hevpar li bin sîwanekê de bidin meşandin bi giştî dikarin di ware dîplomasî, leşkerî, aborî de bi serkevin û hevbeş  hemû alozîyan ji hole rakin. Lê mixabin kurd rewşek hemberî hevdune. Bi vê ahengê de tu alîda jî serkeftin û çareser kirinên pirsgirêkan çênabin. Her hêz, partî li gorî berjewendîyê  xwe  sîyasetê dimeşîne.Ev jî her diçe gel ji dûrî hevdu dixêre û parçe-parçeyî dike. Mixabin gel bê wan rêxistinan xwe nabîne, nikare xwe li dijî dagirker û xeyanetkaran seferber bike. Gel hêzek têkoşere altindare, îdare kirina durust pêwîste. Hêzekî yekgirtî a leşkerî, sîyasî tuneye. Di navbeyna partî û hêzan de di dijî hevdu bawerî vemirandîye, hevdu tehdîd û rexne dikin. Hemû hêzên kurdan ên sîyasî-partî, cîvakî, aborî, olî, leşkerî, herêmî, hemû komel, rêxistin ên ku bi navê kurd û Kurdistanê peyama didin, diaxivin peywirdar  û deyndarin ku bi hevra hevkarîyê bikin, hevdu bigirin gelra xizmetek gêrhatî balkêş bikin, pirsgirêkan yekgirtî yekalî çareser bikin.Kurdistan mal û mulk, heyîn û hebûn, qîble û gîyan, şeref û namûsa netewe. Tevayî Kurdistanê ra xwedî derkevin. Rewşenbîrên fedakar dikarin rola xwe nîşan bidin û bibin temsîlvan ê hêzek durist û saxlem… Dem benda raperîna gele. Gel hertim berdêlên mezin dide. Gel heyînek muqqedese, evraye tu wext şaş û çewt biryar nade. Îro ji gel ev tê xwestin – li biryara xwe ra a giştpirsîyê ra xwedî derkeve. Tu hêz nikare vê biryara dîrokî biguhere, lewra ev hukmê  çarenûsîye….Miletê bi şeref an mirinê an jî raperînê hildijbêre, netewa nezan, bedbext, bê rûmet jî durûtîyê, îxanetê, koletîyê ra qaîl dibe… Gelê ku nikare yekbûn û dewleta xwe a fermî netewî ava bikemafê wî tune ji şeref û namûsê gilî veke.Namûs ji bo miletê bindest mîf û çîroke.19.XI.2017.         

Back to top button