Polîtîk

IYI partiyê hesabên AKPê têkda

Li Tirkiye hilbijartinên serokkomariyê û parlementoya Tirkiye ber bi pêvajoyek taybet ve diçin.AKP û MHPê hemû hesabên xwe li ser neketina hilbijartina ya IYI partiyê kirîbûn. Li gora dihat zanin IYI parti nikariya bi navê partiya xwe bikeve hilbijartina. Ji ber ku mercên ketina hilbijartina bi temamî pêkneanîbûn. AKPê jî bi zanebûn rê li vê partiyê digirta. Serokê IYI partiyê jî dabû xûyakirin ku ew bi tomarkirina 100 hezar îmzayan dibe berendamê serokkomariye.Neketina IYI partiyê ya hilbijartina ji bo AKP û MHP baştirbû.Lê eger di parlementoyê de gruba IYI partiyê hebûya dê rasterast bikaribûya bikevê hilbijartina. CHP 15 parlementerên xwe dan îstifa kirin û ew tevlî IYI partiyê bûn. Bi tevlîbûna wan IYI partî karî gruba xwe di parlementoyê de ava bike. Niha listeya ku Dezgehê bilind ê Hilbijartina ragihandî de , navê IYI partiyê jî heye û wê tevlî hilbijartina bibe.IYI parti ji MHPê cuda bû. Serokê vê partiyê Meral Akşener di dema Tansu Çiler de wezîriya navxwe kirîbû. Meral Akşener piştî ji MHPê veqetiya li gel gelek kadroyê MHPê û hinek aliyên din IYI parti ava kir. Bandora IYI partiyê li MHPê AKPê dike. Ji ber ku Meral Akşener jî di heman xeta wan de siyasetê dike. Lêpirsînên hatîn kirin  de, rijeya  dengê IYI partiyê digihêje ji % 14 heta ji % 20.Niha li himber bloka AKP, MHP û BBPê CHP hewl dide ku blokek din ya hilbijartina ava bike. Ji bo vê carê Erdogan sernekeve CHP û partiyên din gelek xebatek berfireh dike. Lê heta vê gavê nêzikî HDPê nabin. Dibê ku bi rêyek din li gel HDPê hevkariyekî bikin , lê gelekî zehmete.Piştî çûyina 15 parlementerên CHPê nava IYI partiyê de, berpirsên AKPê peyamên gelek tund dan, MHPê bi gelek xirabî ev bûyer bi nav kir.

Back to top button