CîhanHevpeyvîn

Îzol ji bersiva Wallström nerazî ye

Federasyonê bang li Swêdê kiribû ku ew piştgiriya başûrê Kurdistanê bike. Wezîra Derve Wallström bersiva federasyonê daye, lê bersiv ne bi dilê serokê federasyonê ye.
Di dawiya meha dehê de serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Keya Îzol nameyek ji Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström re şiyandibû.Di nameya xwe de Îzol bal kişandibû ser bûyerên li başûrê Kurdistanê, nivîsîbû ku xeter heye Îraq hewl bide tevahiya Herêma Kurdistanê dagir bike û hemû destkeftiyên kurd ji dest biçin.Li hemberî vê talûkeyê Keya Îzol bang li Swêd dikir ku di qada navneteweyî de ji bo piştgiriya kurd bibe dengekî zelal da ku ”têkoşîna azadiyê venemire”.Wezîra Derve Margot Wallström roja înê, ango 17ê meha yanzdeh bersiva Federasyonê wê jî bi namyekê daye.Di bersiva xwe de Wallström dibêje ew endîşeya Keya Îzol a li ser ”bakurê Îraqê” parve dike, hikûmeta Swêdê piştgirê yekîtiya Îraqê ye û dixwaze pirsgirêk bi diyalogê werine halkirin.Wallström herwiha dibêje bi însiyatîfa Swêd û Fransa di Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî de behsa Îraqê hatiye kirin. Mebest bi vê însiyatîfê ew bûye bal biçe ser rewşê da ku îstiqrar were.Lê serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Keya Îzol ji bersiva Wallström nerazî ye.Ji bo guhdarîkirina hevpeyvînê:http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=6825637
Back to top button