Polîtîk

Ji Bexdayê ji bo Barzanî pêşniyareke nû: We çi garantî divê?

Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê Mûwefeq Rûbeyî ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz kir, ku li gel Bexdayê bi hevbeşî plana konfederalîzm an jî cihêbûnê ji bo 10 salên dahatî dayne.Rûbeyî derbarê alternatefa ku Serok Barzanî behs dike jî got: “Birêz Barzanî çi garantiyekê dixwaze bila bîne parlamentoyê û pêşniyarên xwe eşkere bike. Dê werin qebûlkirin. Emê aliyên navdewletî jî tevlî vê mijarê bikin.”Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê Mûwefeq Rûbeyî di dema beşdarbûna bernameya “Rûdawa Îro” ya radyo û televîzyona Rûdawê bû got: “Me derfet da hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdetiya siyasî ya kurd da ku ji biryara encamdana giştpirsiyê vegerin. Ji bo derfeteke dawîn bidin kurdan, beriya mehekê hinek rêkarî hebûn, ku divêya bihatana kirin lê nehatin kirin.”Derbarê helwest û biryarên Parlamentoya Iraqê de Mûwefeq Rûbeyî diyar kir: “Ev biryarên ku niha tên stendin, ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve redkirina biryara giştpirsiyê, dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê û niha jî daxwaz heye ku Serokomar ji kar were dûrxistin, hêzeke nerm e ji bo guvaşê bixin ser birêz Serokê Herêma Kurdistanê da ku nêrînên xwe biguhere.”Mûwefeq Rûbeyî di berdewama axaftina xwe de wiha axivî:“Ez dixwazim du tiştan bêjim. Ya yekemîn; plana piştî giştpirsiyê çi ye? Daxwazê ji birêz Barzanî dikim bila ji me re bêje ka plana wan a piştî giştpirsiyê çi ye. Ya duyemîn; çi garantiyekê dixwaze? Birayê min ê birêz Barzanî ji Bexdayê çi dixwaze da ku nêrînên wî yên li ser giştpirsiyê biguherin?”Siyasetmedarê iraqî îdîa kir, ku “piştî giştpirsiyê dê Kurdistana nû bibe cihê aloziya ewlekarî û aborî, herwiha bibe gefa li ser gelê Kurdistanê.”Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya Iraqê Mûwefeq Rûbeyî careke din daxwaza paşxistina giştpirsiyê kir û diyar kir, ku Serok Barzanî çi garantiyekê dixwaze bila bîne Parlamentoya Iraqê, ji bo cîbicîkirina daxwaziyan jî çi ji destê wan tê dê bikin.Rûbeyî got: “Birêz Barzanî çi garantiyê dixwaze? Çi garantiya navdewletî dixwaze? Eger garantiya navdewletî yan jî herêmî dixwaze, em dikarin li ser vê yekê biaxivin. Neteweyên Yekgirtî, 5 welatên mezin, Komkara Erebî, rêxistina Kongreya Îslamî, Parlamentoya Iraqê û aliyên siyasî yên Iraqê dikarin ji bo van garantiyan hevkariyê bikin.”Mûwefeq Rûbeyî da xuyakirin ku ew dixwazin Neteweyên Yekbûyî, welatên mezin û yên herêmî jî tevlî guftûgoyan bibe û wiha berdewam kir:“Em dixwazin Neteweyên Yekbûyî, welatên mezin, bi taybetî jî Amerîka û Brîtanya, welatên herêmî, Îran û Tirkiye jî tevlî gotûbêjan bibin. Ev alî li gel birayên kurd rûnin û bêjin ka we çi garantî divê, plana we ji bo 10 salên pêş çi ye? bila van daxwazên xwe binivîsin û li ser rêbikevin. Em dikarin ji bo cîbicîkirina van daxwazan rûniştinan diyar bikin. We konfederalîzm divê? We divê hûn cihê bibin? Divê bêyî alozî û tevl3ihevî pêngavên xwe yên ji bo vê armancê destnîşan bikin. Reya hemû gelê Iraqê ya vê derbarê de werbigrin. Ji ber ku em li gel kurdan di nava peymanekî dîrokî de ne.”Rûdaw 

Back to top button