Hevpeyvîn

Ji bilî Kurdistanê tu cihekî kurdên ezidî tuneye

Kesayetiyekî Êzidî ji binemala mîrê Êzidiyan ku ev 2 roj in dest ji Heşda Şeibî berdaye, bi tundî rexneyê li wê hêzê digre û dibêje, ti cihekî Kurdên Êzidî tune ye ji bilî Kurdistanê û yê ku bi rastî dilsozê Êzdiyan e, tenê Serok Barzanî ye.Mîr Şêrzad Faruq Beg, ku kesayetiyek e ji binemala Mîrê Kurdên Êzdî û tevlî Heşda Şeibî bibû û çend pileyên bilind wergirtibû û bibû yek ji serkirdeyên wê hêzê, niha ku dest ji wê hêzê berdaye hatiye qezaya Şêxan û tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye.Ew di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera KDP.info dibêje, di serî de Heşda Şeibî ji me re got ku ewê alîkariya Êzdiyan bikin û emê çekan bidin wan, ji ber vê yekê jî beşek ji Êzdiyan çûn tevlî wê hêzê bûn, lê ew sozên xwe bicîh neanîn û tiştek nedan wan.Mîr Şêrzad ragihand: “Dema ku min dît ku karê Heşda Şeibî ne rast e û xizmeta Êzidiyan nake, min biryar da ku ez jê dûr bikevim û ez vegeriyam Kurdistanê. Dema ku ez vegeriyam jî piraniya berpirsên pilebilind hatin û pêşwaziya min kirin. Niha dizanim û gihîştime wê baweriyê ku riya rast ew e ku em ligel miletê xwe bin. Piraniya Êzdiyan ji Heşda Şeibî dûr dikevin. Dema min dest ji wan berda gelek ligel min hatin û dest ji wê hêzê berdan. Me roj bi roj rastiya Heşda Şeibî nas dikir û êdî em jê dûr ketin.”Pêwendiya PKK û Heşda Şeibî baş bûDerbarê pêwendiya PKK û Heşda Şeibî jî, Şêrzad Faruq Beg wiha got: “Berê pêwendiya PKK û Heşda Şeibî baş bû, lê piştre ew pêwendî li ser rizgarkirina başûrê Şingalê têk çû û heta roja ku ez hatim hêj pêwendiyên wan nebûn û herdu alî li hemberî hev sekinîbûn. Ez gelekî serfiraz im ku ez vegeryame nav PDKê û rêbaza Barzanî û emê berdewam bin li ser vê rêbazê. Ti cihê me tune ye jibilî Kurdistanê, ku yê bi rastî û bi dilsozî bo Êzdiyan kar dike, tenê Serok Barzanî ye. Kurdistan axa me ye û Êzîdxan Kurdistan e û Kurdistan jî Êzîdxan e û ji hev cuda nabin û em bi ti awayî nikarin ligel Ereban bijîn.”Divê Şingal bo Şingaliyan beMîr Şêrzad derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê ragihand: “Em bi hemû awayekî piştgiriyê li vê piroseyê dikin û dê çarenivîsa me diyar bike. Ez daxwaz ji hemû Êzdiyan dikim ku di vê proseyê de beşdar bin û bêjin Erê ji Kurdistana serbixwe re, ji ber ku dema em bêjin erê emê ji zilm û karesatan rizgar bibin û herwiha dê navçeyên me jî vegerin ser îdareya Herêma Kurdistanê. Bi Kurdistana serbixwe dê hemû mafên Kurdan di dewleta wan de bicîh werin.”Derbarê reftar û karên PKK li hemberî Êzdiyan, Mîr Şêrzad wiha domand: “PKK hizbek e ku xwe bi ser xelkê de feriz dike û karên wê dûr in ji pîvanên mafên mirovan. Zarokên Êzdiyan direvînin, lewma jî pêwîst e ji Şingalê derkevin û cihê xebata PKKê ne Şingal e û divê Şingal bo Şingaliyan be û nabe ti aliyek xwe bi zorê bi ser Şingalê de feriz bike.”   

Back to top button