DosyaPolîtîk

Ji bo serxwebûna Kurdistanê bêjin ERÊ

Polîtburoya PDKê bi minasebeta 71emîn salvegera damezrandina PDKê de bang li cemawerê têkoşer ên PDKê û tevahiya xelkê Kurdistanê kir ku roja 25 Îlonê biçin ser senduqên referandumê û bêjin Erê ji bo serxwebûna Kurdistanê.Polîtburoya PDKê bi minasebeta 71emîn salvegera damezrandina PDKê de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Bi vê boneyê em peyama hevpiştiya neteweyî bo hemû Kurdan û peyama hevniştimanî bo tevahiya netewe û pêkhateyên Kurdistanê dişînin, herwiha em peyama hevxebatiyê bo hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê dişînin.”PDKê ragihand: “Başûrê Kurdistanê ji mafê diyarkirina çarenivîsa bêpar maye û bi zorê ketiye ser Iraqê. Piştî tepisandina serhildana Bakurê Kurdistanê û jinavbirina Komara Kurdistan li Mihabadê û piştî hebûna bêhêviyeke mezin, bi rêberatiya rêberê efsaneyî yê Kurdistanê Mistefa Barzaniyê nemir Partiya Demokrata Kurd wek pêdviyeke dîrokî hat damezrandin, da ku hêviyê li dilê Kurdan vegerîne.”Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “PDKê ji destpêka karwanê xwe yê xebatê de daxwaza mafê gelê Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe dikir. Herwiha qonaxa hûkimraniya Herêma Kurdistanê ku li ser rijdbûna Serok Barzanî û PDKê ji rewatiya şoreşgêrî bo rewatiya demokrasî û hilbijartin û îradeya gel, destpê kir.”PDK wiha domand: “Êdî dem hatiye ku gelê Kurdistanê hizrê li çarenivîsa xwe bike û bi riya referandumeke giştî biryara xwe ya dawî bide, ku bêguman serxwebûn û pêkanîna dewletê ye. Serxwebûna Kurdistanê ji bo Iraqê û ji bp Kurdistanê jî çareserî ye û rêgiriyê li şer û karesatên din digre. Bila em 2 cîranên baş bin. Serxwebûna Kurdistanê ji bo welatên cîran jî dê cihê aştî û aramî û dostayetiyê be. Bo cîhanê jî dê dewleta Kurdistan dli dijî terorê be û cihê pêkvejiyan û demokrasiyê be. Herwiha li ser asta navxwe jî dê wekhevî di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de hebe, dê dadperweriya civakî dê bicîh were û dê dezgeh welat birêve bibin.”Polîtburoya PDKê bang li gelê Kurdistanê kir û got: “Me ji bo mafê serxwebûnê sed salî gelek qurbanî dane û niha derfet çêbûye ku em bighên wî mafê xwe û divê em wî mafî jidest nedin. Referandum ne mulkê partiyekê bi tenê ye. Yektiya me garantiya serkeftinê û çûna ber bi serxwebûnê ve ye. Em bang li cemawerên xwe yên têkoşer û tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku bi îradeyeke mezin biçin ser senduqên referandumê û bêjin erê ji serxwebûna Kurdistanê re, da ku xwîna şehîdan û xebata 100 salî vala neçe.”

Back to top button