Kultur

Ji gencîneya kultûra Kurdên Serhedê berhemeke nû

Nîhat Öner ê ku ev bi salane li Serhedê karê berhavkarîyê dike, pirtûka xwe ya çîrokan ya duyemîn derxist.
Nîhat Öner bi qasî 15 salane li Serhedê gund bi gund digere û çîrok, metelok, biwêj û gotinên pêşîyan berhev dike. Öner cara yekemîn di sala 2016an da pirtûka xwe ya çîrokên gelêrî ya bi navê Mîrza Mihemed, gurzek çîrok ji herêma Serhedê di nav weşanên Avestayê da çap kiribû. Piştî ku Mîrza Mihemed çap bûbû, gelekî dilxwez û dildarên çand û zimanê Kurdî kişandibû.
Öner piştî du salan, vê carê pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê Dendo, ya ku ji çîrokên gelêrî yên gelê Kurd pêk tê ji nav Weşanên Wardozê derxist.
Dendo ya ku ji 15 çîrok û fablan pêk tê, bi devoka Serhedê ya resen va hatîye nivîsandin. Di deşîfre kirina çîrokan da, bi tu awayî mudaxileyî zimanê çîrokbêjan nekirîye.
Ji xeynî devoka Serhedê, çend çîrok jî ji Kurdên êla Celalîyan hatine berhevkirin û bi devoka Celalîyan ya resen va hatine nivîsandin. Ev cara yekem e ku devoka Celalîyan evqas zelal di nivîsê da tê bikaranîn.
Nîhat Öner kî ye?
Öner di sala 1985an da li Agirîyê gundê Qazî ji dayîk bûye. Niha li bajarê Agirîyê dijî û li ser çand û dîroka Kurdan ya devkî xebatên berhevkarîyê dike. Ji xeynî herdu pirtûkên wî yên çapbûyî, gelek xebatên wî yên din, li ber destê wî ne û yê dor bi dor wan bide ber çapê.
Back to top button