Kultur

Ji Pêncînarê pirtûkek nû

JI WEŞANXANEYA PENCİNARÊ PIRTÛKEK NÛ1929 Serrhildana Eşîra JêlîEv pirtûka li ser Serhildana Eşîra Jêlî ku di 1929an de bi serokatiya Resûl Axa û Egîd Axa li pêşberê Kemalîzmê dest pê bûye, ji aliyê nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar ve di 2014an de li Stockholmê bi kurdi hatiye weşandin.Niha jî pirtûk ji aliyê komeke zimanzanên tirkî bi serokatiya Jîr Jan Amedî wergeraye Zimanê Tirkî.Di vê çapa bi zimanê Tirkî de navê pirtûkê bi destûra nivîskarî bûye “Bir Ayaklanmanın Anatomisi” û bi zimanekî herikbar û edebî hatiye wergerandin.Ev pirtûka 242 rûpelî li ser navê Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî/Stockholm  bi çapeke ciwan hatiye çapkirin, li ser bergê wê wêneyê Resûl Axa û yê Egîd Axa jî cih girtine.Herweha wê demekurtek şûnde li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî li cem pirtûkfiroşan pêşkêşê xwendevanan bibe.Navnîşana Xwestinê:  E-mail: [email protected] ([email protected])Telefon: 0545-942 90 21 (0046 70 7675516)  

Back to top button