Nûçeyên Kurdistanî

Ji pêşmergetiyê ber bi pêşmergetiyê ve

Ji pêşmergetiyê ber bi pêşmergetiyê ve

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza dirêjnekirina dema seroktiya xwe ji Parlamentoya Kurdistanê kir û deshilatdariya wî ya serokatiya Herêma Kurdistanê bi projeyasayeke bi ser Serokatiya Parlamento, Hikûmeta Kurdistanê û Encumena Bilinda Dadwerî ve hat dabeşkirin. Barzanî got, “Ez jî weke Mesûd Barzanî yê pêşmerge, di nava cemawerê gelê me û pêşmergeyên ezîz de li ser xebat û têkoşîna ji bo destxistina mafên rewayên gelê me û berevanîkirina di ber destkevtên milletê me de berdewam dibim.”

Parlamentoya Kurdistanê roja yekşemî 29ê Cotmeha 2017ê bi amadebûna parlamenterên PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî û partî û lîsteyên din projeyasaya dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser saziyên giştî yên Herêma Kurdistanê bi dengê 70 parlamenteran pesend kirin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku Mesûd Barzanî her pêşmergeyê Kurdistanê ye û dê di xizmeta Kurdistanê de berdewam be û weke pêşmergeyekê dê li gel pêşmerge be û bila gelê Kurdistanê piştrast bin heta serkevtina yekcarî dê tevî gel û milletê xwe berev serkevtinê berdewam be.

Serokê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw diyar kir ku Barzanî dê bo bidestxistina 3 armancan li ser xebata xwe berdewam be û ew 3 armanc wiha rêz kir:

“Serok Mesûd Barzanî her pêşmergeyê Kurdistanê ye û dê tevahiya demê xwe bo çeperan û xizmeta pêşmerge û îrade û morala pêşmerge terxan bike.

Serok li ser dijatîkirin û şerê tundrewî û terorê rijdtir û germûgurtir dibe, heta welateke aram û dûr ji terorê û hizra tundrewiyê were avakirin.

Ji bo pêşxistina demokrasiyê li Kurdistanê û qahîmkirina pêgehên demokrasiyê û berevanîkirina di ber destkevtên gelê me û man û pêşvebirina dezgehên rewa yên Kurdistanê, serok berdewam e û dê berdewam be.”

Hilbijartin hatin paşxistin

Biryar bû roja 1ê Mijdara 2017ê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê bihata kirin. Lê Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina roja (24-10-2017) de biryar da hilbijartinên parlamento û yên serokatiya herêmê piştî 8 mehên din were kirin. Li gorî biryara nû dê hilbijartin di meha Hezîrana 2018ê de werin encamdan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re şande û têde ragihand: “Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, piştî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabe ku yasaya Serokatiyê bihê guhertan an temenê Serokatiya Herêma Kurdistanê bihê dirêjkirin. Pêwîst e bi zûtirîn dem kom bibin ji bo ku valahiyeke siyasî di erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de çê nebe û ev babet bihê çareserkirin.

Ez jî weke Mesûd Barzanî yê pêşmerge, di nava cemawerê gelê me û pêşmergeyên ezîz de li ser xebat û têkoşîna ji bo destxistina mafên rewayên gelê me û berevanîkirina di ber destkevtên milletê me de berdewam dibim.”

YNK: Biryara Barzanî dirist e

Cîgirê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji Rûdawê re got: “Nameya Birêz Mesûd Barzanî di cih de ye û em destxweşiya wî dikin. Astengiyên li ber çalakkirina parlamentoyê ji holê rakirin. Dem ew deme ku yasa serokatiyê bê guhertin û aliyên siyasî yên parlamentoyê beşdarî rûniştinan bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Dilêr Mawetî wiha domand: “Birêz Barzanî bi vê helwesta xwe rewş aram kir. Divê parlamento desteyên taybet pêk bîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûra bingehîn de ligel Bexdayê dest bi guftugoyan bike.”

Erka Barzanî neqedaye

Siyasetmadarê kurd Mehmûd Osman ku kesayetekî weke nêzîkî malbata Barzanî tê zanîn û beriya 54 salan ve jî peywendiyên wî Mesûd Barzanî dest pê kirine, ji Rûdawê re wiha got:

“Barzanî gaveke baş avêt. Dabeşkirina deshilatdariya Barzanî di heyama Herêma Kurdistan pê re derbas dibe de girîng e. Rola Mesûd Barzanî li vê derê xilas nabe. Ew serokê partiya herî mezin a Kurdistanê ye. Jixwe di nameyê de bi eşekere dibêje ew dê li ser xebatên xwe berdewam be. Ev yek jî ji bo aliyên siyasî derfeteke baş e. Madem ku ev pirsgirêk çareser bû bila aliyên siyasî bi hev re birûnin û dest bi diyalogê bikin û pirsgirêkên din çareser bikin.”

Pirsgirêka serokatiyê

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2005ê de, bi yasaya jimare yek a 12ê Gulana 2005ê, Mesûd Barza nî weke yekemîn Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart û Barzanî sonda yasayî xwend.

Piştî guhertina yasaya hilbijartina serokatiya herêmê, ku biryar hate dayîn serok ji aliyê gel ve were hilbijartin, di hilbijartinên 25ê Tîrmeha 2009ê de, Mesûd Barzanî milyonek û 266 hezar û 397 dengan wate ji sedî 69.60ê deng bidest xist û careke din weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijaetin. Barzanî di 20ê Tebaxa 2009ê sonda yasayî xwend.

Piştî rêkeftina di navbera PDK û YNKê ya ji bo hilbijartinên serokatiya herêmê, roja 30ê Hezîrana 2013ê, dema serokatiya Barzanî, ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve bo 2 salan hate dirêjkirin. Paşî şandeke hevbeş a PDK û YNKê daxwaz kirin, ku ev yasaya nû were îmzekirin lê Barzanî yasa îmze nekir û red jî nekir.

Heyama serokatiya Mesûd Barzanî di 20ê Tebaxa 2015ê bidawî dibû. Lê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser mijara “sererastkirina yasaya hilbijartina serokatiya herêmê” li hev nekirin. Ji ber vê yekê roja 17ê Tebaxa 2015ê, Encûmena Şûra ya Herêma Kurdistanê biryar da, ku heta hilbijartinên serokatiya herêmê werin kirin, Mesûd Barzanî bi hemû desthilatên xwe ve, li ser karê xwe bimîne.

Ev biryar di nava Herêma Kurdistanê de bû sedema karvedanên cuda lê civaka navdewletî herweka caran, weke Serokê Herêma Kurdistanê, li gel Mesûd Barzanî danûstandin dike.

Barzanî di gelek civîn û rûniştinên girseyî, çapemenî, hevpeyvînan de gotiye, “wergirtina kursiya serokatiya herêmê, xeletiya herî mezin a jiyana min bû û divêya min ev erk qebûl nekiriba.”

Her dê êrişî Kerkûkê bikiran

Barzanî di peyama xwe ya 29ê cotmehê de destnîşan kir, ku ji bo cîbicîkirina destûrê wan gelek hewl daye, li gel Bexdayê û welatên derve re şêwirine lê ji wê yekê ti encam dernexistine.

Barzanî got: “Me li gel hevpeymaniya navdewletî çendîn car li ser vê yekê gotûbêj kir û me ji wan re got, ku rewş ber bi xeteriyê ve diçe. Me got eger bi vî awayî here em ditirsin xwîn birije. Werin em yan şîrîkatiyeke rasteqîne pêk bînin, eger nekarin vê yekê bikin jî bibin du cîranên baş û hevkarên hev. Wê demê helwesteke pir erênî nîşandan. Lê ew kesên ku ji me re digotin yan destê baş an jî niyeta pak, niha siwarê tankên Abrams bûne û tên şerê gelê Kurdistanê û pêşmerge dikin.”

Barzanî diyar kir, ku eger pêşmerge neba, Iraqê nedikarî bi hêsanî Mûsilê ji destê DAIŞê derbixe û wiha berdewam kir:

“Me wesa dizanî, ku civaka navdewletî dê piştevaniya gelê Kurdistanê û pêşmerge bike. Rêzê li xwîna şehîdên me bigrin. Herwiha me wesa dizanî, ku dê desthilata Bexdayê jî wefadar be li hember vê fedakarî û asankariyên me ji bo wan kiriye. Lê mixabin derkete holê ku wê demê bernameya wan a êrîşê hebûye. Referandum Kurdistanê ne sedema êrişê bû û wan her dê êrişî Kerkûkê bikiran. Diyar bû ku şerê Hewîce paşde xistin, da ku van hêzan hemûyan kom bikin û êrîşê Kerkûkê bikin.”

Îxaneta Kerkûkê

Di berdewama peyama xwe de Serok Barzanî behsa roja êrîşa ser Kerkûkê kir û got: “Ewa me qet hizra wê nedikir û nedihate xeyalê me ew bû, ku şeva 15ê ser 16ê Cotmehê ew xiyaneta mezin û xiyaneta nîştîmanî li Kerkûkê hate kirin, Kerkûk hate teslîmkirin û ji piştve xencera jehrî li pêşmerge û hemû gelê Kurdistanê dan. Dengê zelal ê 3 milyon mirovên Kurdistanê xistine ber astengiyeke pir mezin. Lê van 3 milyon dengan dîrokek tomar kir û ti kes nikare jê bibe. Eger ne ji wê xiyanetê ba, dê niha rewşa Kurdistanê bi awayekî din ba.”

Mesûd Barzanî eşkere kir, ku plana berevaniyê ji bo hemû navçeyan û ji bo Kerkûkê jî amade kiribûn, çimkî wan pêşbînî dikir ku êrîşî Kurdistanê bikin û diyar kir: “Lê mixabin wê xiyanetê bandoreke xerab li ser Hêzên Pêşmerge û plana berevaniyê kir.”

Derbarê helwest û bêdengiya Amerîkayê ya di dema êrişên ser Kerkûkê de Serok Barzanî ragihand: “Tişta din a ku me bawer nedikir ku çêbibe ew bû, ku çawa ew hêza ku Amerîkayê wan kesên weke terorîst dibîne, li ber çavê wan siwarê tankên Abrams ên amerîkî bûn û hatin êrişî Kurdistanê kirin û Amerîkayê jî tenê li wan temaşe kir. Vê yekê pirsyarek li cem gelê Kurdistanê çêkiriye, ku gelo Amerîka bi wê pilanê razî bû ye? Gelo ma Amerîka razîbû êrişê bînin ser Kurdistanê? Eger mijar ew be, ku gelê Kurdistanê ceza bikin, gelo ma cezakirin bi vî awayî dibe, ku tankên amerîkî bên ser gelê Kurdistanê û jenosîdeke din bînin serê gelê Kurdistanê?”

Em nahêlin rûmeta me bê şikandin

Mesûd Barzanî da zanîn, ku ji bo xwîn nerije Hêzên Pêşmerge ji hinek navçeyan vekişiyane, lê hêzên Heşda Şeibî û yên Iraqê êrişên xwe berdewam kirin.

Barzanî got: “Ew cihên ku pêşmerge vekişyan Heşda Şeibî hat lê li cihê ku şer kirin, wan qet nikarîn pêşde bên û wiha domand:

“Mijar ne destûr e, lê ew e, ku dixwazin heybeta gelê Kurdistanê bişkînin, dixwazin rûmeta gelê Kurdistanê bişkînin û ji bo vê yekê jî referandum kirine hincetek ji xwe re. Gelo ma dema Enfal, Helebce û Şingalê de ew hemû karesat hatin serê me, wê çaxê me referandum kiribû? Lê ya rastî ferheng û zîhniyet e. Ew vî mafî ji gelê Kurdistanê rewa nabînin. Em naxwazin şer bibe û xwîn birije. Eger niyeta wan şikandina rûmeta gelê Kurdistanê be, niyeta wan şikandina îradeya gelê Kuridstanê be, bi piştrastî ji bo we dibêjim ku bi hezaran zarokê vî welatî û pêşmerge amade ne heta dilopa dawî ya xwîna xwe berevaniyê li axa Kurdistanê bikin. Em mirinê hildibjêrin û em nahêlin rûmeta me bê şikandin.”

Pêşmergeyetî ji her postekî giringtir e

Mesûd Barzanî, kurê Mistefa Barzanî, ji sala 1962an ve di nav tevgera rizgarîxwaz a kurdî de xwedî roleke diyar û berçav e. Destpêkê pêşmergeyekî ciwan bû û piştre bû Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê.

Barzanî weke pêşmerge dest bi têkoşîna azadiya Kurdistanê kir û dema dev ji erkên xwe yê serokatiya Herêma Kurdistanê berda jî di daxuyaniya yekem de got: “Ezê weke pêşmerge bimînim.”

11ê Adara 1970 yek ji endamên şanda danûstandkar a serkirdayetiya Şoreşa Îlonê ya bo Bexdayê bû.

Piştî şikestina Şoreşa Îlona sala 1975an, ligel Îdrîs Barzanî û hejmarekê ji kadroyên ciwan ên PDKê serkirdayetiya demkî ya partiya xwe dirust kir.

Barzanî 26ê Gulana 1976ê serkirdayetiya Şoreşa Gulanê kir. Roja 4ê Cotmeha 1979ê li gundê Zêve ya devera Mirgever a bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, Nehemîn Kongreya PDKê hate sazkirin. Di kongreyê de Mesûd Barzanî bi piraniya dengan weke serokê nû yê PDKê hate hilbijartin. Barzanî ji wê demê heta niha di hemû kongreyan de weke serok hatiye hilbijartin.

Tebaxa 1988an, ku bi sedema rawestandina şerê navbera Iraq û Îranê, careke din şoreşa Kuridstanê tûşî şikestinê bû, pêşmerge tenê li sêgoşeya sînorên Iraq, Îran, Tirkiyê û Xwakurk berevanî kir û 45 rojan berevaniya giran li beramber artêşa Iraqê kir, ku bi Dastana Xwakurkê navdar e û Barzanî bi xwe serkirdayetiya wê berevaniyê kir.

Piştî Raperîna 1991ê Barzanî di gotarekê de li ber xelkê Koye pêşniyara encamdana hilbijartinê li Kurdistanê kir, di 19ê Gulana 1992an de hilbijartina parlementoya Kurdistanê hate encamdan.

Piştî ketina hikûmeta Beis li Iraqê, Mesûd Barzanî ligel Celala Talebanî, demeke dirêj li Bexdayê bûn û wan di nivîsandina destûra Iraqê de rol hebû. Wê demê, Paul Bremer ji aliyê Amerîka ve weke hakimê sevîl ê Iraqê hatibû danîn, di pirtûka xwe de behsa berevaniya Barzanî ya ji bo destxistina mafê Kurdan a di nav destûrê Iraqê de dike.

Ligel êrişa DAIŞ bi ser Kurdistanê de, Barzanî serkirdayetiya şerê dijî DAIŞê kir û demeke dirêj li eniyên şer de ma û hevdîtinên xwe yên siyasî jî li eniyên şer dikir, heya ku beşê herî mezin ji axa Kurdistanê hat kontrolkirin.

Di dema serokatiya Barzanî de, têkiliyên diplomatîk ên Herêma Kurdistanê gihiştin astekî gelekî bilind û serok û karbidestên herî mezin ên welatan, serdana Kurdistanê kirin û Barzanî jî beşdarî di çend konferansên cîhanî yên giring de kir.

Barzanî li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, di serdema Komara Kurdistanê de li wî bajarî jidayik bûye, di dema serokatiya wî de jî, karên wî bo avakirina komareke din a Kurdistanî bû, ku yek ji pêngavên wî yên herî xuya, biryara encamdana giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bû, ku ev yek bû sedema coşeke mezin li tevahiya parçeyên Kurdistanê. Tevî guvaş û gefên Tirkiye, Îran û Iraqê û daxwazên Amerîka û welatên Ewropa, di 25ê Îlonê de giştpirsiya serxwebûnê hat encamdan û zêdetirî %92 ji dengderan, dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê.

Di 4 salên dawiyê de, Barzanî daxwaz dikir, ku yan hilbijartin bo serokê Herêma Kurdistanê bêne kirin, yan jî aliyên siyasî li hev bikin da ku kesekî din di vê postê de deynin, heya ku hilbijartin bêne encamdan. Di gotarên vê dawiyê de jî wî ragihand, ku ew xwe kandîd nake û tekezî li ser vê yekê kiriye, ku ji bo wî bi xwe, pêşmergeyetî ji her postekî giringtir e.

 

Rûdaw

1 Comment
  1. Her bıji peşmerge her.biji serok Mesúd Mistefa Barzani. …Mamoste Nîviskar Sîyasetmedar PDK-T NİSÊBÎN’E WÎRAN’İM

Nerîna min :