Cîhan

Ji pirsgirêha Idlibê Erdogan serdana Rusya dike

Îro serokê Tirkiye Erdogan û serokê Rusya Putin li Rusya li bajarê Soçî têne ba hev û pirsgirêka Idlibê gotubêj dikin. Ji bo vê hevdîtinê Erdogan serdana Soçi dike.Li gora malpera fermi ya serokkomariya Tirkiye , dê hevdîtinê de pirsên wek enerjî, bazirgani û siyasî dê bibin babetê rojeva hevdîtinê.Lê dixweyê di serê rojevê de siyaseta herdu welatan ya Suriye û pirsgirêka Idlibê heye.Di van rojên dawî hatinçûyina di navbera Tirkiye, Iran û Rusyayi de gele zehf bûye. Pirsa sereke pirsa Suriye û Idlibê ye.

Back to top button