Polîtîk

Karayilan Tirkiye vedxwewîne Qendîl

Endamê komiteya rêveber ya PKKê Murat Karayilan di derbarê operasyona Tirkiye ya li dijê Qendîlê di kanalek televiyona PKKê de axivî.Karayilan da xûyakirin ku, PKK Qendil vale nekiriye û valekirina Qendîl ne welê hesaniye û ew tu cara ji Qendîl dernakevin.Karayilan dibêje, em amadevaniya xwe li himber operasyona Tirkiye dikin. Tirk werên Qendil, dê bibînin ku çi li hêviya wan e.Tê zanîn ku, Tirkiye eve demeke Kurdistana Başûr deverên di destê PKKê de bombebaran dike û bejahiyê de jî ketiye nava xaka Kurdistana Başûr de û cardin hinek deverên berê PKK lê bûn, bingehên leşkerî çêkirine. Medya Tirk behsa 11 bingehên Tirkiye dike.Tirkiye ji bo operasyona Qendil xwe amade dike û ji bo vê jî li gel Îranê di nava pêwendiyekî de ye.Gelo ji berî her tiştekî armanca PKKê li mayina Qendîl çiye? Gelo ji derê gotin û tiştên medya Tirk dibêje, heyîna PKKê li Qendil çi tehdîtê ji bo Tirkiye peyda dike? Yan ji bo hinek aliyên din dibe tehdît?PKK li Qendil wek bombeyek e , kesek nizanê kengê li kîderê û kîve diteqe.Tirkiye tu cara bêyî ku Iraqê razî bike li Qendil operasyona nake.Ji aliyek din Karayilan dewsa Tirka vexwewîne Qendil, gerek bi awayek siyasî rê li ber leyiztikên Tirka bigre. Raste Tirkiye û taybetî desthilat vê yekê wek propagandeya hilbijartina bi kar tîne. Lê hindek bê jî rastiyek ya vê pirsê heye. Eger Tirkiye bejahiyê de êrîşê bibe devera Qendil, dê zererek mezin bighe xelkê sivîl yê deverê. Wek ku çewe ev yek li herêma Efrînê çêbûyî.

Back to top button