Hevpeyvîn

Karê me ji bo Kurdistanê ye, ji bo dewletbûnê ye

Cîgirê sekreterê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê yê Bakûrê Kurdistanê Roger Çager, ji ber daxuyaniya ku li ser rizgarbûna Kobanê dabû, cezeya zîndanîkirinê xwar. Çager, ji aliyê dadgeha Amedê ve, bi propagande ya PKK ê hat tawanbarkirin. Salek û nîv cezeyê zindanê jê re hate birîn. Çager, berîya ku têkeve girtigehê pirsên peyamakurd bersivand.Tu bi çi hatî sûcdar kirin? Tu vî cezayî çawa dinirxinî?Ji destpêka xebata me heta niha me tim ji bo xwe çend xetên sor dîyar kirine. Me gelek caran anîye ziman. Me gotiye zimanê me ye, ala me ye, sûrûda me û axa me ye. Mebesta me ji axê mafê dewletbûna me ye. Ev xetên me ne tên guhertin ne jî em li ser wan nikaşê dikin. Me tim kar û xebatên xwe li ser esasê van xetan kiriye. Di vî warî de, ji xwe ew xetên me yên sor û PKK ê li dijî hev in. PKK jî bi salane li dijî dewletbûnê propaganda dike , li pirtûkxaneyên xwe ,li weşanxaneyên xwe de, li dijî dewletbûnê propaganda kirine. Karê wê yê pratîkî û teorîkî tim li dijî dewletbûnê ye. Fikrên me li dijî PKK ne û ne mumkûne ku di ti xalan de em û PKK ê bigihîjin hev. Hemû kes dizanin ku em ne nêzikî hev in. Helbet dewleta Turkîye jî pir baş dizane ku em ji PKKê cuda ne. Lê ew bi armanca ku me propaganda ya PKK ê kiriye, me tawanbar dikin. Di eslê xwe de ne bûyerekî nû ye. Ji mêjve ye ku mînakên wê jî hene, heya niha dewlet nehiştiye rêxistinên ku ji PKK ê cuda ne, bipêşbikevin, ji ber PKK di bin kontrola wan de ye. Ji ber vê jî hemû hêzan bi PKK ve girê didin. Bi vî awayî berê Kurdan didin PKK ê. Kî mexdûr dibe, sedem PKKê didin nîşandan û ev di nav Kurdan de, PKK ê bi pêşdixe. Sedema herî girîng , em rêxistinekî sivîlin , komleyekî fermî ne , em kar û barên legal dikin. Di karê legal bûnê de fikrên dewletbûnê li qadan de belav dikin. Ji ber vê jî, dixwazin bi vî cezayî, fikrên me yên dewletbûnê terorîze bikin û bi PKK ê re girê bidin.Navbera we û PKK ê de çi ferq hene?Di navbera me de ferqên mezin hene. Ferqa bingehîn dewletbûn xwestina me ye. PKK herçikas bi laşê xwe rêxistinekî Kurdî jî bibe, lê wek mêjî ne rêxistinekî Kurdîstanî ye û ne jî ji aliyê Kurdan ve hatiye ava kirin. Kurd tê de cîh girtine , Kurda xwîna xwe tê de rijandiye, lê aqlê ku PKK ê çêkiriye ne Kurd e. Ji ber wê jî em nikarin ji PKK re bibêjin rêxistinekî Kurdî ye. Ferqa me ya herî mezin ev e. Karê me ji bo Kurdistanê ye, ji bo dewletbûna me ye, ji bo mîlletê me ye. PKK li dijî wana ye.Daxuyaniyekî ku we dabû û ji ber wê daxuyanîyê ceza dan we, çi bû, we çi dixwest?Daxuyaniya me li ser mesela Kobanî bû. Piştî ku pêşmerge di 29 cotmehê de ji bakûr derbasî Kobanê bûbûn, di dîrokê de tiştekî girîng bû û heyecanekî mezin li bakûr çêkiri bû. Terorîstên Daîşê ji Kobanê hatin pakij kirin, me jî li ser vê yekê çalakiya meşê kir û daxuyaniyekî da raya giştî. Sedema ewilî, bajarekî Kurdistanê ji destên teroristan rizgar bu, pîrozbahiya wê û kêfxweşîya wê bû. Sedema dûyemîn jî, em li ser sedemên, çima ev tişt bi serê Kobaniyê hat sekinîn. Divê em hişyar bin ku careke din kerasetekî weke kobanê û Şengalê em nejîn. Di daxuyaniyê de me gotibû ku; ev buyera ku bi serê Kobanê ve hat,ji ber sîstema PYD ê ya kantonan bû. Ji ber ku perçeya herî piçûk ya Kurdistanê perçe kirin, di navbera wan de navber hiştin, hiştin ku Ereb bi cîh bibin, Daîş wê derê bi zilamên xwe tije bikin, têkilîyên wan yên bajarên Kurdistanê bi hevdûre nemîne. Ji ber van sedeman bû ku, dema Daîş êrîşê Kobanê kir, tu kesek nikaribû xwe bigihîjîne alikariya Kobanê. Tu rê tine bu. Me got ev şaşîyeke, li wê derê ne Kanton ne jî tiştekî din derde me derman nake. Çareserîya me tenê dewletbûn e.Komeleya Tevgerên Ciwanên Kurdistanê bi fermî hate damezrandin, di bernameya wê de karên sîyasî hene, piştî vê biryara birîna cezayê, xebatên komeleyê wê berdewam bike? Di navbera xebat û cezayê de, tu difikirî ku nakokîyekî heye?Helbet, kar û xebatên heta niha me kiriye, veşartî nebûn. Komeleyekî sîyasî ye, kar û xebatên xwe eşkere dike. Karên ku di komelê de tên kirin li ser medyayê jî tên belav kirin. Nakokî di vir de ye kul i ser mijara PKK ê bi zanebûn me bi PKK re tekildar dikin, me bi propaganda kirina PKK ê tawanbar dikin. Ev nakokî nîşan dide ku ev biryar biryarekî sîyasiye, biz anîn hatiye sitendin. Dewleta Tirkîye vana dizane, armanca xwe bi zanatî dike.Doz salek û nîv bû berdewam dikir. Gelo berya dozê û piştî dozê, partiyên sîyasî yên Bakûrê Kurdistanê, ji biryarê re ti bertek nîşan dan?Raste doz salek û nîv bû berdewam dikir. Mixabin ew çand, ew exlaq di navbera rêxistinên Kurdan de runeniştî ye. Wek nûmûne, dema me komelê nû vekir ku di dîroka Komara dewleta Turkîyê de , cara yekem bû ku bi navê Kurdistanê saziyekî bi fermî dihat damezrandin. Ji ber vê yekê wezereta karê navxweyî mûdaxele kir û ji me re got navê komelê biguherînin. Me wê demê partîyên sîyasî û dezgeyên Kurdan haydar kir, me xwest li navê Kurdistanê xwedî derkevin. Lê mixabin ku me piştgiriyekî ciddî ji van partî û saziyan negirt. Di bûyera ala Kurdistanê jî me piştgiriyekî nedît. Polîs dixwestin ala Kurdistanê ku me li avahiya xwe daliqandibû daxînin. Lê me danexist, li wê bûyerê jî me piştgiriya rêxistinên Kurdan nedît. Ala Kurdistanê, navê Kurdistanê, vana hemî sembolin, heger em di van sembolan de nikaribin bên cem hev, gelo em ê di kîjan pirsgirekan de bên cem hev û hevkarî bkin? Niha ez û hevalê min Welat(Ebdulkadîr) me ceza xwar. Di vê meseleyê de, me ji sîyasetmedarên xwe yên ku em rêzdarî nîşanê wan didan, me digot mezinên me ne jî, ji bo diberdildana me yek telefonek ji me re nekirin. Kesek negot derbasbûyî be, ne ji ber ez hevîdikim ku li serê bisekinin. Hêvîya min ne ew e lê, di meseleyên bingehîn de û di yên pêşerojê de, bê hêvîyetîyekî çêdike. Hêviya mirov ji hev namîne. Mixabin ku berjewendîyên şexsî, berjewendiyên rêxistinî dikevin pêşîya her tiştî. Mirov li partîyên sîyasî yên Bakûr dinêre, bernama wan gelek nêzikê hevdû ne, hemî behsa yekitîyê dikin, lê li partîyên cuda cuda de cîh digrin. Divê berjewendîya netewî, berya hemû tiştî be.Gelo we ji sîyasetmedarên başûrê Kurdistanê tu piştgiriya manewî dît? Li ser dozê ti kesek li we gerîya?Çûyîn û hatina me herdem hebû. Dost û hevalên me hebûn. Mixabin kesek nepirsî. Di kar û xebata komelê de, me heta niha, çi kiri be, me bi xwe kiriye.Şepal/Peyama Kurd
Back to top button