Polîtîk

Kesên serxwebûnê naxwazin di xewna demokrasiya Bexdayê de ne

Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku, hinek aliyên siyasî bi wehma demokrasiya Bexdayê ketine, lê derfeteke zêrîn hatiye pêşiya Kurdan û divê em vê derfetê ji destê xwe bernedin.Elî Ewnî di daxuyaniya xwe de wiha pê de diçe: “Şoreşên Şêx Ebdulahê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran, Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Mehûdê Hefîd hemûyan daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikirin. Niha li pêşiya me 2 rê hene, yan vegera bo bin destê Bexdayê û yan jî serxwebûna Kurdistanê.”Ewnî wiha dewam dike: “Êdî xelkê Kurdistanê razî nabin em vegerin bin destê Bexdayê û dibêjin kes nikare serxwebûnê ji me bistîne. Rojhilata Navîn di guhertineke mezin re derbas dibe û şert û mercên heyî derfeteke zêrîn çêkirine bo ragihandina serxwebûnê, lê ew aliyên ku dibêjin niha ne dema serxwebûnê ye, di xewna demokrasiya Bexdayê de ne, lê bi xwe jî dizanin ku xwesteka hemû gelê Kurdistanê, serxwebûn e.”Elî Ewnî di daxuyaniya xwe de gotina xwe wiha bi dawî tîne : “Eger em dîsa vegerin ser Bexdayê, dibe ku heta demke kurt deslhilatên ereb xwe hinekî nerim bikin, lê eger dîsa bihêz bibin dê vegerin ser reftarên xwe yên niha û dê xerabtir jî bibin.”

Back to top button