Polîtîk

Kî dibe serokê HDPê ?

11ê meha sibata îsal kongreya HDPê tê lidarxistin. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş da xûyakirin ku ew nabê kandîdat ji bo hevserokiyê. Piştî vê daxûyaniya Demirtaş behsa berendamên din tê kirin. Navê 3 kesa derbas dibe.Ji bo serokatiya HDPê navê Osman Baydemir, SirriSureya Onder û Ayhan Bilgin derbas dibe. Lê gelo dema ev tişt têne gotin wek partiyek asayî û kongreyek asayî gotin têne kirin yan jî nirxandin çêdibin.Ji berî her tiştekî Demirtaş ne bi îradeyek azad dibêje : Ez ne berendamê serokê HDPê me. Herweha kesek jî ne bi daxwazî û îrada xwe dibe berendamê serokatiya HDPê.Divê ev rastî bê dîtin û li gora wê jî nirxandin bêne kirin. Ji berî her tiştekî tişta ku Qendil bixwaze çêdibe. Demekî Demirtaş dabû xûyakirin ku ew hêdî nabe berendamê parlementoyê û ji dev siyasetê berdide. Lê nekarî wek daxwaziya xwe bike. Ferman hat; li cihê xwe bisekine û bê deng be.Gelek cara hatiye dîtin ku, hinek parlementerên HDPê daxûyanî dane tiştên ji siyaseta PKKê cuda gotine ,lê di cih de Qendil li erzka wan daye û ew ji gotina xwe vegeriyane. Dema ev rastiya HDPê hebê nirxandinên normal bêne kirin û HDP wek partiyek xwedî îrade bite n asandin xelete, çewtiye , bi awayekî xizmeta wan tê kirin.Di vê derbarê de medya Başûrê Kurdistanê rolek ne erênî dileyze û rastiya HDPê ji ber çavê xelkê winda dike.Kongreyên HDPê ji derê îrada HDPê tê hunandin û plana ji derê HDPê tê kirindi kongreyê de dikeve rojevê û qebûl kirin. 

Back to top button