Nivîsar

Kî doste , kî dijmine? Filistin yan Israil ?

Serokê berê yê rêxistina Hemasê  Xalid Meşal li Stanbulê tevlî  bernemayekî bû, di axavtina xwe de behsa Suriye û rewşa Efrinê kir. Xalid Meşal di derbarê Efrinê de got: Serkeftina Tirkiye li Efrinê ji bi Ummetê bû miladek mînak.Înşillah emê li deverên din jî serkeftinên bi vî awayî bibînin.Ev serkeftin li Tirka pîroz be.Gelê Filistin bi vê serbilin de.Di bingehê xwe de gotina Meşal ne gelekî girînge. Ji ber ku tu cara Filistiniya pişgiriya tevgera azadixwaza Kurd nekirine. Belkî hinek caran li gel hinek aliyên kurd pêwendî danine lê bi awayek siyasî û taybetî li ser axê tu cara pişgiriya tevgera kurd nekirine. Lê li himber vê yekê her demî kurda pişgiriyek siyasî ya Filistiniya kirine û li dijê dewleta Îsrail bûne xwedî helwest.Yanî bi awayek din Filistiniya ji bo berjewendiyên xwe tevgera kurd nirxandine û li gora wê siyaset kirine. Kurdan jî berjewendiyên xwe binpê kirine û pişgiriya Filistiniya kirine. Ji xwe karaseta siyaseta kurdan di vê xalê de ye. Heta kurd ji bo xwe ji bo berjewendiyên xwe yên netewî siyasetê nekin tu cara nagihin armancên xwe. Herweha ev siyaseta bi vî awayî di rêya serxwebûna Kurdistanê de dibin asteng.Niha eger kurd lêpirsînekî bikin û ji sed kesên hemwelatiyên Îsrailê bipirsin û bêjin: Hun serxwebûna Kurdistanê dixwaznin yan na? Gelo dê ji sedî çend bêjin em li dijê serxwebûna Kurdistanê ne? Heman pirsê ji Filistiniyan bikin, gelo dê encam çibe?  Ew kesê pişgiriya mirov nekin û li dijê mirov bin, nabê mirov jî pişgiriya wan bike.Filistinî dijitiya tevgera kurd dikein, lê kurd pişgiriya wan dikin. Îsrail pişgiriya tevgera kurd dike lê kurd dijminetiya wan dikin. Gelo ev yek ji çi tê? Yan jî mirov çewe dikare vê yekê şirove bike.Filistiniyan hevalbendiya Rejima Suriye kiriye li dijê Kurda sekinîne, Hevalbendiya Tirkiye kirine , hevalên Îranê ne , di dema Sadam de li Iraqê li dijê kurda şer kirine. Lê em pişgiriya Filistin dikin û dijitiya Îsrail dikin. Tu cara siyaseta vê bike di nava kurdan de sernakeve.Kî dijminetiya me bike emê dijminetiya wan bikin, kî dostaniya me bike emê dostê wan bin. Ev divê bibe bingehek ji siyaseta kurdan re. Pirsa kurd pirsek netewiye, divê her kurdek li gor vê tevbigere.Nûçe/Analîz

Back to top button