Nivîsar

Kî li mirov wefaye ew bab û biraye

 Roja ku biryara referanduma serxwebûnê hatî dayîn heta wek îro helwesta her aliyek siyasî, her kesekî li Kurdistanê yan ji li welatek din hemû pêwiste ji aliyê kurdan ve taybetmendiyekî bêne nirxandin. Herweha li gora vê yekê jî dostê tevgera azadixwaza Kurdistanê bêne zanîn.Welatên ku îro li dijê dewletbûna Kurdistanê derdivekin tu cara sedemên xwe yên ji dil nadin diyarkirin. Ji berî her tiştekî  ew dewletên beşek ji Kurdistanê dagir kirine bi tu awayî naxwazin dewletek bi nave Kurdistanê bê ragihandin û ji wan re bibe cîran. Tirsa wan ji beşê Kurdistana ku dagirkirine. Wek din çi gotinê dibêjin kakilê gozekî tejî nake.Dewletên ku li dijê serxwebûna  Kurdistanê derdikevin di heman demî de, dewletbûna Filistin diparêzin û heta di vê derbarê de xebatê dikin. Başe ji bo çi Filistin û ne Kurdistan? Eger bersiva vê pirsê di lîteratura mirovatiyê de hebe, eve tiştek dine.Partiyên Kurdistanî tu cara li dijê dewletbûna gelên din derneketine. Heta dewletbûna gelên din yên bindest parastine. Kurda ji bo xatirê Filistiniyan gelekî şerê Îsrail kirin. Lê rojekî ji rojan tevgera Filistinî behsa pêwistiya dewletbûna Kurdistanê nekiriye.Di vê pêvajoya referanduma serxwebûna Kurdistanê de, dewleta Îsrail serxwebûna Kurdistanê dixwaze û vê yekê gelek vekirî dibêje. Gelek kesayet, rewşenbîr û nivîskarên Îsrailî pişgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê. Daxûyaniya serokê Filistiniya gelekî zelal e. Dewletbûnê ji bo kurda wek xeterek li herêmê  dibine. Başe gerek kurd di vê rewşê de çi bikin?  Gelo kurd dikarin bêjin “ Em pişgiriya Îsrail naxwazin “ ev yek ne ji mimkinataye. Divê kurd bi dilgermiyekî pêşwaziya helwesta Îsrail bikin û daxûyaniya Mahmut Abas şermezar bikin. Herweha ew dema ku kurda bi germî pişgiriya tevgera Filistinî dikiran û hêja jî dikin, li Mahmut Abas heram bikin.Di dema Sedam de Filistiniyan şirîkatiya komkujiyên Iraqê li himber kurda kirin. Lê cardin Kurda ew dan ber hemiza xwe. Çi raste , çi çewte di van qonaxên taybet de carê zehmet dibe.Hinek alî di kesayeta serokê Kurdistanê Mesud Barzani de şerê serxwebûna Kurdistanê dikin. Gelek cara didin xûyakirin ku , dê ne Kurdistan, Barzanistan bê ava  kirin. Dema kîn û nefret dilê xelkekî reş dike ew babê xwe jî nasnakin û mahkumê sîxûriya dijminên Kurdistanê ne.Îro mesud Barzani dîrokekî dinivîsê ku bibe demana jiyana miletekî di welatek serbixwe de. Ev deman ne tenê ji bo kurdane, ji bo hemû gelên din ku li Kurdistanê dijîn e.Herweha îro gelek aliyên bi hêz ji bo paşxistina referanduma zextek mezin li Barzani dikin. Lê heta vê gavê jî bi israr tê ragihandin ku dê 25ê Îlonê de referandum çêbibe. Ev biryar di cîhana îro de ne hesaniye. Lê hamû kurdên welatperwer ji helwesta Mesud Barzanî dilniyane. Ev yek dihêle ku gelek asteng di rêya serxwebûnê de bêne rûxandin.Di vê pêvajoya girîng û çarenûsî de, kîjan dewlet, kesayet û aliyên siyasî pişgiriya referanduma serxwebûnê bikin û mafê dewletbûnê ji bo kurda rewa bibînin ew dostin, hevalin û hogirin.Yên ku mafê dewletbûnê ji bo kurda rewa nebînin tu cara nabin dost û hemû pêwendiyên wan di berjewendiyên demikî de ne.Di pirsa referanduma serxwebûnê de, her helwest wek reş û spî ji hev diyar dibe.Di kurdî de gotinek heye: “ Kî li mirov wefaye ew bab û biraye“9.7.2017Dara Bilek

Back to top button