Nivîsar

Kî nikare siyasetê bike?

Akif HasanKî nikare siyasetê bike?1- Kesê di warê civakî de qels be, nikare di warê siyasetê de jîr be.Ango: Kesê di warê civakî de feqîr be nikare di meydana siyasetê de dewlemend be.2- Kî ne serbixwe be, ango tiştekî wî bixwe tune be, mirûdek be, evdalek be, sofiyek be, nikare siyasetê bi navê gel bike.Ango: Kesê girêdayî ne azad e û kesê ne azad nikare siyasetê bike (xulaman tucaran siyaset nekirine û nikarin bikin)3- Kî ne xwedî çandeke dewlemend be, çandeke medenî be, nikare siyasetê bike.Ango: Çanda fitne û fesadiyê, çanda fen û fîtkan nikarin bibin hevîrê mirov pê siyasetê bistire.4- Kî ji fedekariyê baz bide û bawer bike ku siyaset tenê pitpit e, ew nikare siyasetê bike.5- Kî fersendan nebîne, bibîne lê nezanibe wan bigire û bikar bîne, nikare siyasetê bike.6- Kî xwe liser serê gel mezin bike û gel biçûk bike, ew biçûk e û nikare siyasetê bike.7- Kesê ne dilbiçûk û serxweveçuyî nikare siyasetê bike.8- Kesê stûr diaxive û stûr dilive, ne nazik be û hestên gel nas neke nikare siyasetê bike.9- Kesê tenê hestên gel liser sêla propagandayê biqelîne, rihê wî ziwa dike, gunehkare û ji siyasetê dûr e.10- Kesê mejî ji dil veqetîne, hestan ji hizran dûr bixîne, pêrîşanekî xwedê ye, nikare siyasetê bike.11- Kesê rojê 24 saetan bêje: welat, welat, welat, lê qîmet nede mirovên wî welatî, ew durû, sextekar û dexel e.12- Kesê li hember xerîban sernizim û ketî be, lê li hember gelê xwe weke dîkan be, ew mirovekî şikestî ye û nikare bi navê gel siyasetê bike.13- Kesê nekaribe nêrînen cuda hilgire, wê çawa bikaribe barê welat û milet hilgire.Ango: Heger barê nêrînan ewqas sivik e û tu nikarî hilgirî, tu çawa xwe dixapînî û dibêjî ez barê welat û milet yê giran hildigirim. (Ji malpera facebookê a Akif Hasan)

Back to top button