Nivîsar

Kî serkeftiyê şer e

Zikrî MûsaDAIŞekî xwe teqand û xelkên Kurd şehîd kirin. PKK ji bo tolhildanê bi eşkereyî du polîsên Tirk kuştin. Generalên faşîst ên Tirk ev yek îstixlal kirin û şer ragehandin.Danûstana beşek ji medyayên Herêma Kurdistanê ligel topbaran kirina baregehên PKK ji aliyê Tirkiyê ve, cihê neomêdiyeke mezin e. Gelek ji wan hewldanê xwe kirin da ku wêneyê rastî wek ku heye negehe xelkê. Beşê herî zêde dixwestin ji guhdarên xwe re bêjin ku ew êrîş bi şêwir û rezamendiya Baraznî bû.Ew Barzaniyê ku qet ne amade bû ku li nava Tirkiyê bi xwe jî PKK wek terorîst bê nasîn. Ew Barzaniyê amade bû laşê xwe bixe di jêr tankên Tirkan de bo ku rêgiriyê li destdirêjiya artêşa Tirkiyê bigre. Ew Barzaniyê ku digotin, nikare şerê Tirkiyê bike û dixwaze Kurdistanê têxe nav şerê Tirkiyê. Ew Barzaniyê ku hemû hewldanên xwe kirin bo parastina Rojava û Kobanê, di demekê de ku xelkên din ji bilî gotinên pûç di tûrê wan de nebû.Xapandina xelkê xizmeta kê dike? Tawana xelkên Kurdistanê çiye ku berdewam di jêr helmetên rêxistî yên xirap û xapandî ji aliyê medyayên hizbî yên bi nav bêalî de ne?Tiştê ku di van rojan de qewimîn derencama embarbûna wan hewldanên dijwar bû ku faşîtên Tirk û şerxwazên nava PKK bo rêgirtin li serxistina proseya aştiyê dikirin. Gelê Kurdistanê li Bakur bi rêya xebata aştiyane û siyasî di hilbijartinan de serketin û bûne cihê stayîşa cîhanê.Proseya aştiyê li dijî çek û xwînrêjî û nearamiyê ye. Çarenivîsa Kurdan li Bakur di destê dengê dilêr û aştîxwaz û demokrasyê de ye, ne kesên xwesepên û muxabartî û çekbidestan. Çarenivîsa Kurdan li Bakur ne di destê wan kesan de ye ku dixwazin Ocalan û aştiyê ji doza Kurd li Tirkiyê dûr bixin.Braweyên (qazancdarên) sereke di van pêşhatên leşkerî de bi pileya yekem generalên faşîst ên Tirkiyê û baskê tundrew ê PKK û hovîgeriya DAIŞê ne, şikestîxwarê van bûyeran jî proseya aştiyê û xebata siyasî ya Kurd li Tirkiyê bûn, ku pêngavên mezin û serbilind avêtine. 

Back to top button