Polîtîk

Kirîza navbera malbata Îbrahîm Ehemd û malbata Celal Telabnî

Kosret Resûl cîgrê yekem yê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)  bi salekê beriya niha (30.07.2017) bi nivîsek û biryareke  fermî li gor madeyên 10 û 11 ji destûra YNKê, Şanaz Îbrahîm Ehemd ji berpirsiyaretiya Navende derve ya rêxistinên YNKê li Brîtaniyayê derxistbû, û ev biryara Kosret Resûl li mediya fermiya YNKê hatibû weşandin.Lê roja duşemiya borî, Hêro Îbrahîm Ehemd endama polîtbûroya YNKê û pêşwazî li xûşka xwe Şanasê dike û ew wê weke berpirsa Newenda derve ya rêxistinên YNKê dide nas kirin, ev helweta Hêro dijî destûr û pirensîpên nava YNKê û dijî biryara fermiya Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê giştiyê YNKê bû û tevlîhevî û alozyek mezin çêkir.Vê helwesta Hêro Îbrahîm Ehmed dilê gelek berpirs û kadiroyên YNKê giran kir û wê helwestê weke komplo li dijî polîtboroyê YNKê û destûra wê partiyê wesif dikin.Tişa herî ecîb di civîna Hêro û Şanazê de wêneyê Îbrahîm Ehemd li pişt wan tê xuyakirin û wêneyê Mam Celel Talebanî li tu dera xuya nake, ev jî weke kûdeta/derbe li ser malbata Celal Talebanî hatiye zanîn.Ji bilî nakokiyê û hebûna baskên cuda di nava serokatiya YNKê de, ev heyameke nakokî di navbera malbata Celal Talebanî û malbata Îbrahêm Ehemde jî kûr bûne û her diçe ew dijberî zêdetir dibe û di vê navbeynê de Hêro Îbrahîm, hevjîna Celal Tebanî, li dijî malbata Hevjînê xwe piştgiriya  malbata Bavê xwe dike.

Back to top button