Polîtîk

Konferansek ji bo dawî anina şer

 Li Bakurê Kurdistanê hinek aliyên siyasî ji derê PKKê ji bo sekinadina şer, konferansekî li Diyarbekirê dartêxin. Di vê derbarê de daxuyaniyek ji bo Raya Gişti ragihandin. Konferansa ji bo bidawîanîna şerê li Kurdistanê û perspektîfa çareserîya siyasîDi warê çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê de Ji ber meyla ku dixwest pirsê çareser bike ji samîmîyet û cidîyetê dûr bû û ji ber tunebûna bernameyeke rastîn, piştî hilbijartina Hezîrana 2015an Kurdistan careke din ket bin zilm û zordestîyê.Li ber çavê herkesî mîrata me ya kulturî û tarîxî, bajarên me tên wêran kirin, însanên me tên qetilkirin, vê pêvajoyê bi qetlîam û wêrankirina Gimgim (Warto), Farqîn (Sîlwan), Cizîr, Nisêbîn û navçeya Sûra Diyarbekirê dest pê kir û her berdewam dike. Di salên 1990î de gund û mezrayên Kurdistanê hatin valakirin û îro jî ji ber van şer û pevçûnan bajar û navçeyên me yên di warê neteweyî de herî şîyar tên valakirin.Krîza aborî her ku diçe zêde dibe.  Esnaf û seneetkarên me dikevin nav refên feqîran. Feqîrî û birçîtî gehiştîye nuxteya herî dawî. Di çilê zivistanê de pirsa xanî û hêwirînê xerabtir bûye.  Ji ber texrîbata giştî ya avahîyên bajaran, gelê me ji av û elektrîk û hwd tu xizmetekê nabîne. Azadîya perwerde û fêrbûnê hatîye nuxteya rawestandinê. Tu kesek nikare bi azadîya dilê xwe tev bigere. Mexdûrên vî şerî û vê pevçûnê di destê ewil de kesên sivîl û bi taybetî zarok in û di rewşa trawmayeke psîkolojîk de ne.Li hember van bûyerên li welatê me diqewimin, raya giştî ya hundur û derve bêdeng e. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovî yên navneteweyî  di vî warî de erka xwe bi cih naynin. Gelên Tirkîyê jî bûne temaşevan, ya herî giring gelê me jî kirine temaşevan û bêdeng. Ev rewş nikare weha dewam bike, divê bi lez û bez çareserîyek were peydakirin.  Hin gavên acil divê êdî werin avêtin da ku ev rêya çareserîya siyasî were vekirin.Ji bo dewlet şerê ku li gund û bajarên me û li “wî alîyê sînoran” dike, yekser were rawestandin; ji bo ku PKK kiryarên çekdarî yên li bajaran  ji bo “özyönetim” û xendekan bidawî bîne; Divê em îro ji bo raya giştî ya hundur û derve, ji hemû tiştî giringtir  divê  bi dengekî xurt û bi îradeyeke hevbeş em karibin bibêjin “ji şer re na, ji bo çareserîyeke siyasî ya bi rêya aştîyê anuha”.Bi vê armancê:Di  6-7ê Sibata 2016an de li Diyarbekirê ji bo dengê banga aştîyê û berhema îradeya hevbeş, bi serenavê “Konferansa Perspektîfa Çareserîya Siyasî û Bidawîanîna Şerê Li Kurdistanê” konferanseke du rojî dê were amadekirin. Rojeva konferansê ev e:a-Destnîşankirina pirsa kurd û Kurdistanê,b-Wêrankarî û bêçareserîya şer,c-Perspektîfên çareserîyê û rêyên wê. Li ser van hersê madeyan dê 3 panelên cihê werin çêkirin. Piştî ku panelîstan dîtinên xwe pêşkêş kirin, beşdarên konferansê interaktif dikarin beşdarî munaqeşeyan bibin. Beşdarên konferansê; Nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê, nûnerên Sazî û Dezgehên Civakî yên Sivîl, Şahidên nişteciyên ku şer lê diqewime, akademîsyen, ronakbîr û bîrewerên Kurdistanî ne. Sıdkı Zîlan(Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî)Sinan Çiftyürek (Serokê Giştî yê ÖSP)Mustafa Özçelik (Serokê Giştî yê PAKê)İbrahim Halil Baran(Berdevkê PAKURDê)Sertaç Bucak (Serokê Giştî yê PDK-BAKUR)Mesut Tek (Sekreterê Giştî yê PSKê) Ji bo pêwendîyê:Telefon: 0 534 687 60 50                                                                                                           e-mail: [email protected] 

Back to top button