Cîhan

Kompanyayek Frensî DAÎŞ fînanse kiriye

La Farge kompaniyek Fransî ya çîmentoyê ye. Li 80 welatan fabrîqeyên wan hene û 80 hezar karmendên vê kompanyayê tevahiya cîhanê kar dikin.Li bakurê Suriye li devera bajarê Celebiyê fabrîqeyek ya vê kompanyayê heye. Sala 2011ê dema li Suriye şerê navxwe destpêkir û rêxistinên cuda li hinek cihan kontrol kirin destê xwe, rewşa vê kompanyayê jî ber têkçûnê bû.Berpisên vê kompanya Fransî ji bo karê wan têkneçe perek mezin dan rêxistinên terorist ji bo fabrîqa wan kar bike û karmendên wan bêne parastin.Lê fabrîqe sala 2014ê hate girtin. Niha eşkerebûye ku berpirsên vê kompanyayê arikariya rêxistinên terorist kirine da ku karê wan rêve herê.Ji aliyekî ve Fransa di nava hêzên hevpeyman de şerê dijê terorizme yê DAÎŞ û grubên pêve girêdayî dike ji aliyek din kompanyayên heman welatî di binde arikariya vê rêxistinê dike.Niha li Fransa di derbarê vê Kompanyayê de lêpirsênê dike, berpirsên kompanyayê doza lêbûrinê dikin.Lê siyaseta qirêj bi awayek din eşkere ye. Ji aliyekî xelkekî bavêje berdestê teroristan ji aliyek din ve şerê wan bike..?

Back to top button