Cîhan

Konsulusî Sudan li Hewlêr dest karê xwe kir

 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Mihemed Umer Balyozê welatê Sûdan li Iraqê û Yasîn Ewez konsulê giştî yê wî welatî li Kurdistanê kir.Di vê hevdîtinê de Balyozê Sûdan li Iraqê dilxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê diyar kir û ji pêveçûnên li Kurdistanê di hemû waran de matmayî ma, herwiha tekez kir ku welatê wî girîngiyeke mezin bi Herêma Kurdistanê dide û amadehiya xwe bo bihêzkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêşan da.Herwiha Mihemed Umer dilgiraniya xwe li hember gefên terorîstên DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê diyar kir û sersaxî li malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest û tekez kir li ser alîkariya wan aliyên ku şerê terorê dikin. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku tevî vê bargiraniya ku ketiye ser milê Kurdistanê, lê xelk û hikûmeta Kurdistanê pêşwazî hejmarek zêde ji koçberan kirine ku ev cihê rêz û hurmetê ye.Konsulê nû yê Sûdanê li Herêma Kurdistanê jî dilxweşiya xwe bi destpêkirina karê xwe li Kurdistanê diyar kir û tekez kir ku ew hewlên cidî dide bo nêzîkbûna di navbera herdu gelên Kurdistanê û Sûdanê û dê berdewam be li ser pêwendiyên ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku baştir erkên xwe cih bi cih bike.Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana şanda Sûdanê û hikûmeta wî welatî kir, ji ber ku bilez konsulê xwe li Hewlêrê diyar kir, ku ev nîşana girîngîdana Sûdan e bi Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê ji wî konsulî re xwest, da ku pêwendiyên herdu aliyan bihêztir bibin. 

Back to top button