Dosya

Kosret Resûl: Divê lêkolîn li xiyaneta 16ê oktoberê bê kirin

Du roj piştî bûyera teslîmkirina Kerkûkê bi arteşa Îraqê û milîsên Heşda şebî, cîgirê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji serkirdayetiya partiya xwe daxwaz kiriye ku ji bona lêkolîna xiyaneta 16ê oktoberê komîteyek bê pêkanîn û ew komîte bi zûtirîn wext dest bi lêkolînê bike, lê heta niha polîtbûroya YNKê ew daxwaz bi cî nekiriye.Li gor belgenamyekê ku malpera Spî weşandiye û îmzaya Kosret Resûl cîgirê sekreterê giştiyê YNKê li binê wê belgenameyê ye û roja 18ê çileya pêşîn ji polîtbûroya YNKê re şandye, Kosret Resûl di wê nemeyê de dibêhe: – Gelek û gelek mixabin ji bo Kerkûk û hemû dilsozên Kerkûkê ku ew bûyerên çend rojên borî qewimîn. Ji bona ber çavên me ronî bibe divê kîmîteyek ji polîtbûro û serokatiya YNKê di nava 24 demjimêran de bê pêkanîn û lêkolînê li xiyaneta li bajarê Kerkûkê hatiye kirin dest pê bike û berpirsên wê xiyanetê bên ceza kirin. Ji bilî vê fêdeya tu civînan nîne. Weke tê zanîn roka 16ê oktobera 2017ê Banîfil Talebanî, kurê mezin yê Celal Talebelanî, û Lahor şêx cengî, biraziyê Celal Talebanî, bi dîzî digel pasdarên Îranê li hev kir û Kerkûk bê şer teslîmî milîsên Heşda şebî kir

Back to top button