CivakPolîtîk

Krîza darayî wê derbas bibe

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê garantî dide gelê Kurdistanê ku wê ev krîza darayî derbas bibe û çend gaven giring ji bo çareseriya krîzê dike pratîkê Îro Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Encûmena rêveberên PDKê li bajarê Hewlêrê civiya. Di vê derbarê de Endamê rêveberê PDKê û beşdarwanê civînê Elî Teter ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nêçîrvan Barzanî di derbarê tengawiya darayî de daxuyaniyek ji endamên partiyê re pêşkêş kir ku ew endamene di rojên teng de berxwedêr bun. Îro jî bi heman awayî berdewam bin û li hember wan zihmetiya rawestin. Ji bo ku em ji hemû aliyan we bikarin li hember vê krîza darayî rawestin û derbas bikin. Herwaha Nêçîrvan Barzanî mizgîniya ku ev krîze wê derbas bibe û rewş vê berbi başî biçe da.’’ Elî Teter diyar kir: ‘’Barzanî bi geşbînî ragehand ev rewşe çareser dibe û hewla gelê Kurdistanê di vê krîzê de vê me rizgar bike û rewş waha namîne.’’ Herwaha di derbarê çareseriyê de got: ‘’Herêma Kurdistanê pêwîstî bi awasaziyê heye, li sîstema darayî û rêveçûna wê, bi awayekî hûr ji aliyê Serokwezîrê Hikûmetê Herêma Kurdistanê we ji endamên ku di civînê de amadebun re hate ronahî kirin. ‘’ Karzan Sebah Hewramî/Bas

Back to top button