Nivîsar

Kodê Amerîka di wê yariya digel Tirkiyeyê de dike

Tanya KurdiAmerîka di yariyeka abûriya nû da li gel Tirkiye velvaniya diket. Û her car biyanoyekê li dûv digerrêt, Amerîka naxiwazît ew qebareyê Tirkiye niha heye zêdetir vekêşît, jiberhindê ev yariya abûrî nîşaneyên demkîne û dû armancên serekî li piştin:Êk: lawazbûna Tirkiye li ser heymeneta wellatên îslamî di Rojhilata Navîn da, di beramber da ewa ku Amerîka pêdvî bi S’ûdiye û wellatên ‘erebî dî heye jibo ku ji aliyê diyarkirna bejrewendiyên abûrî yên nû di Rojhilata Navîn da û armancê xo bich bînît.Dû: bihêzkirna pêgehê Erdogan jibo ku Tirkiye nebîte împiratorîke nuy dinafçeyê da û piştevaniya Amerîka û Rûsya jibo orduganî bo mebesta cîbecêkirna ecîndayên bihêt yên Amerîka û Rûsyaye di abûriya Rojhilata Navînda, bi ramana Tirkiyeyeka pêgeh lawaza abûrî û erdûganekî biriyarbidest Tirkiye divên, wek dihête zanîn nehêlan Erdogan di kodetaya”derbe” leşkeriya Tirkiye da bikevît, û divan helbijartinan jî da bi aşkerayî Rûsya û Amerîka piştevaniya Erdogan dikrin.Amerîka û Rûsya bi hevbeşî pişta Erdogan digrin, Erdogan bitnê daşeke nav yariya abûrîyye li ser tabloya abûriya navçeyê û sereray piştigîriyê jî Tirkiye bê hêz û lawaz dibît, belê bi hêzbûna pêgehê Erdogan handaneke jibo ku Tirkiye bi temamî li dibin nexşeya nû ya Potîn û Tirampî da li Rojhilata Navîn livîna biket, çunkî Tirkiye keftiye ser hêla çona wizê/enerjiyê bo Ewropa û jinha û pêda ji aliyê cogirafî navçeyêşda di pêşerojêda dê çend karên dî bi Tirkiye hebin, hem bo tedexulatên leşkerî bît ku di mifayî Amerîka û Rûsya daye, û hem bo karteka fişarê jî dê mifayî jê bînin.Divê yariyê da dû armancên serekî dê bo Amerîka bich ên ew jî:Êk: Tirkiye naçîte ser hêla Îranê û destî bo çekê etomî bibet, û abûriya wê rêkê nadetê ku Erogan dibin heymeneta Amerîka derkevît.Dû: Tirkiye dê bîte navçeyeka giring bo Orasiya û dê bîte karteka fişarê didestê Amerîka da jibo ku Orasiya (Ewrupa û Asiya) aramiyê bixove nebînin û herdem dê Amerîka û Rûsya di wê valahiyê da çine jorve.Ye ron û aşkeraye Amerîka û Rûsya divê yariyê da hevpişkin, çunkî hind mifayê Amerîka wê di vê yariyê da hey, û Rûsya jî wekî wê dê mifayî xo hebît.Mifayê Amerîka diwê yekê daye ku êdî beramber nizimbûna astê pêgehê Tirkiye di Rojhilata Navîn û bilindibûna pêgehê s’ûdiye û wellatên dî yên ‘erebî, mifayî abûrî ket û ji alê tedexula Tirkiye bo navçeyê dê mifayê leşkerî ket.Jiberhindê livîna Tirkiye bo her cihekî li Suriya bît yan jî di pêşerojî da bo çend nawçeyekên dî bît bi temamî dê dibin radra diblomasiya Amerîka sinûrdar da bît , û ewa ku mediyayê da behis li Tirkiyeyeka pêgeh bihêz dihête kirdin, dê li Tirkiyeyeka bê hêza waqî’î ya dibin destê Amerîka û Rûsya daye. 

Back to top button