Kultur

Kultur zimaneke dikare bi hêsanî têkeliyan di navbera gelên cîhanê de dirust bike

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û hijmareke wezîr, parlamneter û hunermendan, roja 19.01.2017ê li kela Hewlêrê, di merasimekê de pêşangeha fotografan a bi navê (Ciwaniyên veşartî) ku ji aliyê saziya Roiya ve hatibû amada kirina, hat vekirin.Piştî gerekê di nav beşên pîşangehê de, Nêçîrvn Barzanî di peyveke kurt de xebatên wan hunermendên beşdarî di pêşangehê de kir ku, ji Bexda, London û Silêmnaiyê hatibûn, bilind nirxand.

Barzanî got ku yek ji giringiyên pêşangehê eve ku, hubermendên deverên cuda yên Îraqê tê de başdarin:- Kultur zimaneke ku dikare gelek bi hêsanî têkeliyan di navbera gelên cîhanê de dirust bike, Îraq jî di warê dîrok, kultur û warên din de gelek zengîn e, divê wezareta rewşenbîrî û hikûmeta Îraqê têbigehin ku dr. Tamara xwediya saziya Roiya, ji bo nîşandanan ev aliyê ciwanê Îraq bo hemû cîhanê çi zekemtî kêşaye.- Ez ji dilsoziya dr. Tamara têgehiştim ka dixwaze çi tişt nîşana welatên cîhanê bide. Wê dixwest nîşana cîhanê bide ku Îraq ne bi tenê şer û pirsgirêk in, ciwaniyên vî welatî jî hene ku pêwîst dike nîşana cîhanê bide.Serowkezîr got ku, kesên desthilatdar giringiya vî karê dr. Tamara dizan in, lê ya giring ewe ku yên ku di vî warî de pispor in, gelek bi giringî û hûrmet ve li vî karî binêrin.

Serokwezîr li ser navê hikûmetê û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr piştgirî da pêşnagehê û di deftera mêvan de dîtinên xwe li ser pêşangehê nivîsîn û pîrozbahî li saziya Roiya û amadekarên pêşangehê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Back to top button