Malper | Kultur | Hesen Şerîf dê stranekê bi Kerkûkê bêje

Hesen Şerîf dê stranekê bi Kerkûkê bêje

Hesen Şerîf

 

Hunermedê pêşmerge Hesen Şerîf di daxuyaniyekê de ji rojnameya Evro re diyar ku ew nuha li Tirkiyeyê ye û amadakariyên alboma xwe ya nû dike.

Şerîf behsa alboma xwe ya nû kir ku biryare di Newroza îsla de bikeve bazarî got:

- Nuha karê alboma min a nû ji %90 bidawî hatiye û bi tenê Mixning û mastring maye. Lê me digel Vin Production  kontraktek îmza kiriye û ew kompanî dê karên alomê bidawî bîne û belav bike.

Hunermend Hesen Şerîf behsa naveroka alboma xwe ya nû kir û got ku di alboma nû de weke albumen berê hindek stranên felsefî tê de hene û stranên dildarî û romansî jî bi awayekî modern hatîme amade kirin û got:

- Ya ji hemûyan giringtir di vê albomê de stranek li ser Kerkûkê heye. Kerkûk hêvî û xewina my hemûyan e ku begerê ser herêma Kurdistanê. Her kes dizane ku dîrok û resenatiya Kerkûkê kurdî ye. Ji ber vê yekê di albomê de li ser Kerkûka dilê Kurdistanê stranek  nû heye.

Hunermendê pêşmerge got ku li ser jina kurd jî straneke bi navê Rondik heye.

Şerîf got ku ew albom wî ya nû dê di meha newrozê de derke û hêşta tu nav jê re diyar nekirine


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Kuştiyên Derèa têne veşartin(vîdeo)

Li sûrî bajarê Derêa xwepêşandanê de kesên ku jiyana ji dest dayin hatin weşartin......



Hunermend Naslî videoklipa xwe ya nû weşand(Vîdeo)
    Hunermenda kurd a ji başûrê Kurdistanê Naslî videoklipa xwe ya nû a bi navê Ritm weşand. Videoklipa Ritm ku ji awazên Helkewt Zahîr e, yek ...
Dengek cuda: Murat Yapistiran
Murad Yapiştiran Hunermendekî bakûrê Kurdistanê û xelkê bajarê Mêrdînê ye ku bi şêwazeka nû sitranên kurdî dibêje. Alboma wî ya yekemîn bi nave Lîlav di demê Newrozê de hat belavkirin. Malpera PNA û radyoya Peyamner hevpeyvînek bi wî re saz kirine û bi wî re behsa jîyana hunerîya wî û çalakîyên wî yên di beware hunerê de kirine. Eva li xwarê jî naveroka hevpeyvîna bi wî re ye. ...
Hinek siyasetmedar dixwazin hilbijartinên Kerkûkê paş bêxin
Çend kesên siyasetmedar û endamên meclisa parêzgeha Kerkûkê daxwaz kirin, ku hilbijartinên navxweyîyên meclisa parêzgeha Kerkûkê – yên ku ev du sal in hatine li paşxistin – piştî du salên din bihên encamdan. Endamekî PDK jî di vê derbarê de got, ku parlementoya nû jî dixwaze hilbijartinên encûmena kerkûkê bêne çêkirin....
Waliyê Kerkûkê û serokê civata wîlayetê hatin hilbijartin
Îro civata wîlayeta Kerkûkê civiya û di civînê de waliyê Kerkûkê û serokê civata wîlayetê hatin hilbijartin. Di civîna îro ya civata wîlaeyeta Kerkûkê de ku, ...
Kurd rê nadin leşkerê Iraqê bikeve nava Kerkûkê
Lîsta hevpeymanîya Kurdistanî ragihand, ku ew qebûl nakin tîma 12 a supayê Iraqê derbasî bajarê Kerkûkê bibe û heger ev tîm derbasî kerkûkê bibe, ew ...