Dewlemendîya mûzîka kurdî(Vîdeo)
Sevda Kaplan
Mûzîka Kurdî bi eslê xwe ji gel tê û gelêrî ye. Ji demên bere de di nava civakê de helbestvan piranî jin in. Jinên xêmgîn in. Piranî kilamên ku hatine nivîsandin hîsên jinan tîne ser zimên. Dengbêjan van kilamana digirtin û bi gûnd bi gûnd digerandin û distrandin. Ev kilamana wisa di nav gel de belav dibûn. Bi rastî mûzîka Kurdî gelek dewlemd e. Mirov dikare bibeje ku ji sê mirovan yek helbestvan bû. Stranên ku dihatin strandin ji rihekê dest pê dikir heya dawîya stranê, wisa berdewam dikir. Di bendan de hew gotin dihat guherandin. Şaxên mûzîka Kurdî gelek in.Wekî,lawje,heyranok,pirêpayîzok,stranên karan hwd.
Lê ez dixwazim vê nivîsa xwe de qala stranên li ser karan bikim. Bi paranî bi komê, di bexçeyan de,di rezan de ,di bîstanan de,an jî wexta ku xebatên li ser erdê de dihatin gotin. Hewcedarîya gotinên taybet di teksên stranên li ser karan de ne pêwîst bû. Ji hêla naveroka wê ve ,ji kîjan cureyê dibû bila bibe,ev stran dibû stranên li ser karan.Taybetîya van stranana ; karên ku dihatin kirin, tekîlîyên tevgerîyên bi stranê , aheng, tekîlîyên tevgerîyên bi melodîya re dihatin kirin û usûlên ku bi girêdana gotinan bû.Carna qîrandin bû. Ji van karan mirov dikare çend mînakan bide;
Kişandina sawar,mîrkut,çandinî,topkirina pembû,têşî,meşk,...Hwd.Stranên li ser karan carna dû sê însan kom dibûn û distrandin.Carna jî bi tena serê xwe dihatin gotin.Ji van stranan yek jî li ser mîrkut dihat gotin;
Mîrkut Mîrkut bînin vî alî
Nend û bendan vemalî
Doxê bigrin û rakin.
Bila dangoh binalî ,
Him dano Him xwarino
Him jîyano Kesê nekin
Bê îmano Kesê bikin Jîn û jano
Ay ay ay ay......hwd…
Ji alîyê di ve jî qîzên ciwan an jin,bi têşîya xwe hêrî dirêsandin û kilamên bi xêmgînî wekî ‘’Berdolavî’’ digotin û merş çêdikirin.Piranî jin di zozanan de serê sibê zû radibûn û şîrê kû ji êvarê de kiribûn mayê û bûbû mast ,dikirin meşka û dihejandin.Dû jin li hemberî hev disekinîn meşkê xwe dihejandin kû rûnê malê dest pê bixin ,divê demê de jî stranên meşkê digotin.Naveroka wê dibe ku her tişt bibe, lê belê rîtma wê bi çûyin û hatina li gor meşkê bibe.Heta ku li hêla Colemêrgê wisa digotin; ‘’Tu jî meşkê re çiqas stranên eşq û heskirînê bibe jî ew qas rûnê malê zede derdikeve.’’ev jî bawerîyek bû.
Meriv dikare minakan zêde bike. Dîsa karên şerbetên tirî jî dikeve stranên karan.Wexta kû ev kar jî dihat kirin stranên cuda cuda dihatin strandin. Van stranên karan carna li hevdû jî dişibîyan.Wekî, keldanîyan jî dema karê rûn dest pê bikin wan jî stran digotin. Ji meşkê re digotin ‘’Gudî’.’ Rîtîm û qalibên gotinan dişibîya stranên Kurdan ..Keldanîyan ji bo ku şerabê dest pê bixin stranên tirî digotin, Mislimanên Kurd jî, ji bo ku şerbetên tirî dest pê bixin digotin.Wekî ku me li jor jî qal kir şaxên stranên Kurdan û curên wê gelekî pir in. Divê mirov vana baş bizanibe û li gor pêşeroja mûzîka Kurdî bixebite. Piranî jî ev kara li milê hunermendên Kurd û helbestvanên Kurda ye…..
Stranên ku dema dirûtina genim de tê gotin.
Sevda Kaplan/nûçevan

Nêrîn (4 nivîsand):
Bo Keldanan nikarim ti$tekî bibêjim lê, gumane, ew Kurdên ku stran gotine, ne misilman bên. Ji ber ku misilman nikarin stranan bibêjin. Him jî, ji bo $erbetê..! Erê, dibe ku ji xa ra bibêjin misilman lê, di rastîyê da Kurdek bi çanda xa, ya Kurdewar nikare bibe misilman.. Ji ber ku misilmantî û Kurdbûn gelkî ji hev dûr in.. Weki mînak; Elewî, Kakaî, Êzîdi, ehlî-heq, Zerdû$tî..hwd dikarin xa weki parastvanê çanda Kurdî destnî$an bikin lê, misilman nikarin wusa bikin.. Ji ber ku çanda misilmanan, çanda Erebean e. Ma çanda Ereban û Kurdan weki hev dibe..!?
Li bakurê Kurdistanê heya 20 salan berê dema giya bichînan, pale rêz dibûn, 30-40 pale, serpale digot, ên din lê vedigerandin.
Dankutan jî bi kilaman dibû.
Hemî jî misilman bûn. Heya bigire nimêj jî dikirin, kum jî didan serê xwe :)
Hêja ma te jî gotiye lê lêneaniye.
Weki mînak; Huseyin Aygun (qas hêza xa), dixaze îro di nav CHPê da doza Kurd û Kurdistanê (taybet li ser Dêrsimê), biparêze. Gelo mirov dikare bibêje; CHP jî weki H. Aygun doza Kurd û Kurdistanê diparêze, an jî mirov dikare bibêje; H. Aygun CHP yî ye..
Gumane merama min hat fêm kirin.. Ango, di nav Kurdên me da jî hindik kes, xa weki misilman didin nas kirin lê, di rastîyê da ew ne weki misilman in, ew Kurdin..
Erê dibe ku, bandora misilmantîyê hindik dewran da xa nîşan bide.. Lê, jîyan misilmanan çawa bibe, di Quranê da hatîye nivîsand in.. Ka ew govend jî di nav misilmanan da, carekê qet nabe.. çawa dibe jin-mêr dikevin destê hevdu û govendê bigrin.. û ew jî misilmantîyê biparêzin..!
Rêzdar Balagesh, ma te quran nexandîyê! An jî te li derdora xa jîyana misilmanan nedîtîye, an jî te TV an da di dewletên misilmanan ( Tirkîye piçek taybete) da, rewşa jîyana mirovên te qet nedîtîye..
Bi kurtî; "Misilmanên Kurd" jî nikarin çanda Kurdan jîyana xa da pêk bînin. Ew nabe, ji berku, misilmantî neçare parastina çanda Ereban bike, berjewendîyê civaka erban biparêze..hwd.
Dibe ku tê zanîn jî lê , dîsa ji ez bibêjim..
Lê Başûra Welatê me, hê jî Quran bi zimanê Kurdî nehatîye çap kirin.. Lê, bê çapkirin jî, ne weki karekî baş tê nirxandin.. Ji berku tê gotin ku "Quran zimanê misilman tewa ye..hwd" ango weki fermî ye..
Gumane min dirêj kir.. De bi xatêrê we.
Ol nan e, pere ye, chek e. Kê bikaraniye bûye dewlet. Tirk dibêjin "em tirk-îslam in". Ango nîvenîv.
Li Ewropa dewlemend, li Asyayê xizan oldar, dîndar in. Di vê mînakê de gelek tisht veshartîne.
Erê, Bakur ji aliyê mafê jinan, azadiya jiyana civakî, olî de ji Bashûr bashtir e.
Lê bashûr bi tevî feodalî, hizbên xwe yên radîkal-îslamîst û shîdeta li dijî jinê, herchendî 3-4 milyon e jî azad bûye, bûye xwedî tac û text.
Bakur 20 milyon e, jiyana wê ya sosyal bashtir e, lê dîsa jî bindest e.
Ango ol bi serê xwe ne pîvanek e. Oldar hene, ji neoldaran pêshverûtir in.
Îslama berê nemaye, nîne. Hebe jî najî. Kes kirasê 1500 sal berê li xwe nake, yên li xwe dikin jî, bash bala xwe bidinê durû ne, ne samîmî ne.
Nêrîna xwe birêke