CîhanCivak

Kurda dostek hêja winda kir

Rojnamevan û nivîskarê navdar ê Frensî û dostê dêrîn ê Kurdistanê, Chris Kutschera di 79 saliya xwe de, bi egera nexweşiyê jiyana ji dest da.Kutschera nêzikî 45 salan ji bo doza kurd li cîhanê bide nasandan nivîsad û kar û xebet kir.Sala 2013ê xelata Barzani wergirt.Gelek weneyên serokê nemir mistefa Barzani ji aliyê Kutchera hatine kişandin û belav bûne.Chris Kutchera sala 1938ê li devera Normandiya ji dayik bibû. Li zaningeha Sorbonê xwend û salên 60î dest rojnemevaniyê kir. Chris Kutchera gelek cara serdana Kurdistanê dikir û di derbarê Kurdistanê de,pirtukên “La Movement National Kurde” (Paris, 1979) “Le Defi Kurde, ou le rêve fou de l’indipendance bayard” (Paris, 1997), “Le Kurdistan, Guide Litteraire” (Lausanne, 1998)nivîsandine.Pirtukek bi navê Tevgera Netewi ya Kurd pirtûkek nivîsandiye û ji bo zimanê Tirkî jî hatiye wergerandin.Bi koşkirina Kutchera Kurda dostek xwe yê hêja ji dest da.

Back to top button