KulturPolîtîk

Kurdistan cihê pêkvejiyana ol û neteweyên cuda ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê li taxa Enkaweyê, beşdarî di merasima destbikarbûna patiryark Gorgîsê sêyem Silêwe patiryarkê kenîseya Rojhilat a Aşûriyên cîhanê kir.Di merasimê de, nûnerê Papayê Vatîkan, nûnerên kenîseyên cuda, nûnerê serkomar û serokwezîrê Îraqê û serokê parlamentoya Îraqê, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê û hijmareke wezîr, parlamento û berpirsên aliyên siyasiyên Kurdistanê û nûner û konsulên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê amade bûm, Patiryark di peyvekê de vegerandina kursiya patiryarkê kenîseya Rojhilat a Aşriyên cîhanê ji Amerîkayê bo Hewlêrê bi bûyereke giring û minasibeke pîroz wesif kir.Wî di peyva xwe de, behsa rola herêma Kurdistanê di pirsa pêkvejiyana ol û neteweyên cuda kir, bi taybetî sipasiya serok Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kir ku roleke mezin di parastina mafên pêkhateyên neteweyî û olên herêma Kurdistanê dilîzin, herwesa rola xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin û hewandina nêzîkî milyonek û heftsedhezar koçber û penaberan ji hemû pêkhateyên neteweyî û olî bilind nirxand ku ji ber êrîşên terorîstên DAÎŞ qesta herêma Kurdistanê kirine. Herwesa sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, rê ji xwendekarên mesîhî re xweş kiriye li zanîngehên herêma Kurdistanê berdewamiyê bi xandina xwe bidin.Nûnerê Papyê Vatîkanê, di merasimê de, peyvek pêşkeş kir û tê de kêfxweşiya xwe li hember beşdarîkirina di merasima destbiakrbûna patiryarkê kenîseya Rojhilat a Aşûriyên cîhanê nîşan da û li ser navê Papyê Vatîkanê hêviya serkeftinê ji kenîseya Rojhilat a Aşûriyên cîhanê re xwest û hêvî kir û patiryarkê nû di hemû waran de û bi taybetî di warê aramkirna deverê de rola xwe bilîze ku ew dever di nav gelek arîşeyan de dijî.Newzad Hadî waliyê Hewlêrê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de got ku vegerandina kursiya patiryarkê kenîseya Rojhilat a Aşûriyên cîhanê ji Amerîkayê bo herêma Kurdistanê giringiyeke taybet heye û bi rojeke dîrokê wesif kir û piştevaniya wîalyeta Hewlêrê ji bo serxistina karûbarên kenîseya Rojhilat nîşan da.

Back to top button