Polîtîk

Kurdistan di bin tehdîta Îranê de ye û Amerika bê deng e

Gotarek ya cîgirê sekreterê giştê yê YNK Kusret Resûl li CNNê de hate belav kirin.Kusret Resûl di gotara xwe de nivîsiye: “li vir behsa Herêma Kurdistanê ji bo we bikim, kun û proseya referandûma serxwebûnê bi serkeftin kiriye. Xelkê Kurdistanê dixwazin mafên xwe bidest bixin, daxwaza azadiya xwe dikin, li dijî terorê rawestiyan û pirsa serxwebûna Kurdistanê gelekî bihêz û çespandiye. Em xelkê resen in û dîrokeke me ya dûr û dirêj li navçeyên me heye û ji zû ve ligel pêkhateyên Xiristiyanî, Tirkmen û pêkhateyên din bi aştiyane dijîn.Kusret Resûl di beşeke din de nivîsiye: “Em di bin destê Bexdayê de nikarin kontrola navçeyên xwe wek pêwîsrt bikin û bi azadî siyaseta darayî û pêwendiyên xwe bikin, ev jî bandore li ser rûbirûbûna me ji terorê re dike. Helwesta Bexdayê ji piştî referandûmê dagîrkirina navçeyên me, derkirina berpirsên me, girtina sînor û esmanê me li ser me bû. Ev jî nîşana wê ye, ku Iraq ji piştî rûxandina Sedam di sala 2003an ve û heta niha bi ti awayekî nehatiye guhartin.Herwiha Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê dibêje: “Bi sponseriya Îranê em ketin ber êrîşa çend hêzan, ji wan jî Hizbulah û leşkerê Qudis ê artêşa Pasdaran. Pêde diçe ku ewê ji piştî şerê DAIŞê rûbirûyî me bibe, gelek xirabtir dibe.Kusret Resûl behsa referandûmê kiriye û nivîsiye: “Berbirsên radigihandin, ku referandûm di demeke xirab de dikin û behsa wê yekê dikirin, ku referandûm çavgirtinê li ser şerê DAIŞê bike. Di demekê de sînorekî me ya kêm bi DAIŞê re maye û ew navçe jî di van rojan de hatin azadkirin, lê berî ku hêzên Iraqî şerê xwe li hember DAIŞê bidawî bikin, tivinga xwe berve me kir, ku di rastiyê de ev bixwe çavgirtina ji ser şerê DAIŞê ye.Kusret Resûl ji Amerîka dipirse û nivîsiye: “Ma bi rastî Amerîka dixwaze bêdeng be li hember wê êrîşê ku ji aliyê Iraq û berevanê teroristan Îran li ser me hatiye kirin?”Herwiha nivîsiye: “Pêşeroj û çarenivîsa xelkê Kurdistanê û Iraqê jî roj bi roj di bin gef û metirsiyê de ye, ne akterên herêmî Îran û Tirkiyê û ne berjewendiyên cîhanê, nabe çarenivsa me diyar bikin. çarenivîsa me di destê me de ye û divê cîhan wê qebûl bike. Niha dema wê ye ku Kurd serbixwe bibe, ev hêvî û daxwaza me ye û her dibe.” 

Back to top button