Polîtîk

Kurdistan ji bo referandumê amade ye

Ecumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê roja 10.Îlonê 2017ê serokatoya Mesud Barzanî de civiya. Cîgirê serok Kosret Resul di civînê de amadebû.Piştî civînê daxûyaniyek di derbarê biryarên di civînê de hatine girtin hate ragihandin.Di daxûyaniyê de dibêje:Her di vê civînê de, aliyên amadebûyîn rêkevtina dîrokî ya navbera PDKê û YNKê di 10ê Îlona 2017ê ya ji bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê bilind nirxandin û bi pêngavekî giring û niştimanî û dîrokî hat wesifkirin û hêviya wê yekê hat kirin, ku ev pêngav bibe sedema bileztirbûna proseya siyasî û parastina berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê.”Di civîne de biryarên hatîn girtin :Encumena Bilinda Referandumê tekezî li ser encamdana referandumê di dema xwe ya diyarkirî di 25ê Îlona 2017ê de li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê dike û hemû wan dengedeng û propagandayan red dike, ku behsa paşxistina referandumê dikin.Civînê bi li ber çav girtina rewşa hestiyar a Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya yekrîzî û hevdengiya niştimanî û hemahengiya navbera hêzên siyasî bo kampîna hevbeş a propagandaya bo referandumê kir.Civînê tekezî li ser parastin û li ber çav girtina maf û daxwaziyên pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê di hemû qonaxan de kir û encamên civînên komîteya taybet bi garantîkirina (mafên) pêkhateyan hat behskirin û daxwaz li Sekretariya Encumena Bilinda Referandumê hat kirin, ku daxwaziyên bike yek û civînê piştevaniya xwe bo daxwaziyên pêkhateyan nîşan da.Partî û aliyên beşdar di Encumena Bilinda Referandumê de li hev kirin, ku roja pêncşembî 14-09-2017ê de Parlamentoya Kurdistanê bihê çalakkirin û civîna asayî ya xwe dest pê bike.Pêncem:praktîkî yên Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referandumê yên ji bo proseya referandumê dubare dike û daxwaz li hikûmetê û aliyên pêwendîdar jî dike, ku alîkarê Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê bin.Encumena Bilinda Referandumê daxwaz li rêxistinên biyanî û rêxistinên civaka sivîl dike, ku beşdar bin di çavdêrîkirina proseya referanduma li Herêma Kurdistanê de.”

Back to top button