CivakPolîtîk

Nêçîrvan Barzani biryarên Ebadî bi erêni dinirxîne

Îro Sêşemê 13/3/2018an, serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kongireyekî rojnamevanî de, derbarê awayê rêvebirina firîngehan û redkirina budceyê ji aliyê serokê Iraqê ve ragihand, rêvebirina firîngehan li gorî destûrê zelal e ku divê çi bê kirin, ew destûra ku niha li Iraqê heye, di wê çarçoveyê de wê firîngeh bên birêvebirin.Derbarê budceyê jî got: “Em hemû û Bexda jî zane, ku welatiyên Herêma Kurdistanê ji pirojeyasayê gellekî dilgiran in û divê daxwazên welatiyên Herêma Kurdistanê bi giringî bên wergirtin”.Herwiha derbarê şandina mûçeyan ragihand, ku şevê din serokwezîrê Iraqê di pêwendiyeke telefonî de, ragihand ku firîngehên Herêma Kurdistanê wê bên vekirin û kêşeya mûçeyan jî wê bê çarekirin.Derbarê kêşeyên din jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ev biryarana pêngava yekem in û hemû tişt bi pêngava yekem destpê dikin, pirsa çarekirina firîngehan û şandina mûçeyan, du pirsên giring in û cê sipasiyê û destxweşiyê ne ji bo serokwezîr Ebadî û bi vî canî em karin hemû kêşeyan çare bikin.Derbarê pirojeyasaya çaksaziyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Em hemû zanin, ku hemû firakisyonan kar li ser wê pirojeyê kirine, bi hêvî me, ew piroje wekî ku Hikûmeta Herêmê daxwaz kiribû, were pesendkirin û derbasî warê bicîkirinê bibe”.https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/2066873543576102/

Back to top button