Dosya

Kurdnas êrîşa PKKê şermezar dike

Bi navê Encumena Niştimanî Kurdistanî- Sûriye (Kurdnas), em bizava rêgirtinê li ser  pêşmergeyên Partî Demokratî Kurdistanî-Iran ji aliyê şervanên PKK ve û dorpêçkirina wan pêşmergeyan di navçeya Keleşînê de, li ser sînorên Iranî-Iraqî, û kuştina hinde endamên wan hêzên kurdî, wekî karekî çeteyan dibînin.Ev hêriş, bêguman dikeve berdestiya Rêcîma Melayên Iranê, û bi carekê nakeve berdestiya gelê Kurd.Em, PDK-Iran, ku kevintirîn partiya kurdî ye, wekî hêzeke niştimanperwer, demokrat û xebatkar, diRojhilata Kurdistanê de dinasin.Ev bizava rêgirtinê û berbestkirinê li hember pêşmergeyên partiyê, ji aliyê kê ve dibe bila be, wekî piştvaniyeke erzan ji kuşterên rêcîma Tehranê re dibînin, û em ji hemî part û rêkxirawên siyasî-çandeyî li Kurdistanê û ji welat û saziyên dost di civaka nêvneteweyî de dixwazin, ku bi tund û tûjî li hember van kirin ên nebaş ên PKK , ku gelek ziyanê bo gelê me tînin, derkevin, ev gelê ku di sengerê pêşîn de ye li dijî têrorê.Encumena Niştimanî Kurdistanî- Sûriye (Kurdnas)

Back to top button