Kurê Pêşewa Qazî Mihemed piştevaniya referendûma başûr dike
Elî Qazî, kurê pêşewa Qazî Mihemed, di preskonferensekê de piştevaniya xwe ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê ragehand û daxwaz ji xelkê başûrê Kurdistanê kir ku roja 25 îlonê biçin ser sindoqên dengdanê û bi Belê deng ji serxwebûna Kurdistanê re bidin.Qazî di prekskonferensa xwe de ku, îro li bajarê Hewlêrê saz kir got ku, derfetek û rewşeke minasib ji kurdan re hatiye û divê gelê Kurdistanê vî şansî ji dest nede û wezîfeya hemû kurdan e ji bona serxistina pirosesa referndûmê bi cidî bixebite daku Kurdistan bibe dewlet.Elî Qazî diblje: Ez weke kurê Qazî Mihemed ji bona serxwebûna Kurdistanê amademe canê xwe bibexşim.Kurê Qazî Mihemed, behsa wesyetnamya bavê xwe dike û dibêje ku berî bavê wî, Qazî Miuhemd bê îdamkirin wesiyetnameyek nivîsî bû û tê de daxwazê ji gelê kurd dike dijatiya hev nekin û yekgirtî bin da bikaribin bi ser dijmkinan de serbikevin. Ya ji dewtê we bê ji bona azadiya Kudistanê bikin, yekgirtin remza serkeftinê ye, şoreşa xwe berdewam bikin.