Nûçeyên Kurdistanî

Leyla Qasim (1952 Xaneqîn 12.05.1974 Bexdad) Jiyana Leyla Qasim ji bo her jinek kurd wek dibistanekiye. Ew her di bira me de ye

Leyla Qasim (1952 Xaneqîn 12.05.1974 Bexdad) Jiyana Leyla Qasim ji bo her jinek kurd wek dibistanekiye. Ew her di bira me de ye

Jiyan û biserhata jiyana şehîd Leyla Qasim
Jiyana Leyla Qasim tijî bi êş û zehmetî, ku bi hovîtî û tirajêdiyek ji aliyê dewleta Baasiyên şovenîst û qetilkar ve hat bi dawîkirin, pênaseya kesayetiya siyasi ya jina Kurd, ku Leylayê bi serfirazî nûnertî jê re kir, bi awayekî eşkere dide xuyakirin.

Leyla keça Qasimê kurê Hesene. Di sala 1952an de li Banmil yê ser girêdayê bajarê Xaneqîn û şîrketa petrolê ya bi navê Elwendê li Başûrê Kurdistanê di nava malbateke hejar û welatperwer de hat dinê.Bajarê Leyla Xaneqîn jî weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi siyaseta enfalkirinê re rû bi rû maye û heta roja îro jî, siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewame. Kurdên bajarê Xaneqînê jî, di dema şoreşa Îlonê de bi germî beşdarê şoreşê bûn û di vê doza Kurdistanê gelek şehîd dan.

Bavê Leyla Qasim karkerekî palavtin (tesfîye)a neftê li şîrketa Elwend bû, ku piştî xanenişîn kirinê li sala 1971’an malbata wan koçî bajarê Bexdayê kirin.Xwîşk û birayên Leyla Sebîhe, Selam, Sefa û Selah tev jî di karê xwendinê de xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê xwendinê bi xebatên cur be cur dixebitîn, ku ji bo alîkariya debara jiyana malbata xwe ya bavê xwe yê karker û dayika xwe ya zehmetkêş biken. Ew herçend malbatek feqîr bûn jî, lê xwe pir bextewer dihesibandin û bi keda destên xwe jiyanek tijî xweşbînî bi hevre didomandin. Bav û dayika wan şev û rojan dixebitîn ku pêwîstiyên zarokên xwe bi cîh bikin.

Di Sala 1958an de Leyla dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqîn jî xwendina xwe ya navendî dawî kir. Ji ber ku Leyla ji temenê zarokatiya xwe de hejarî û feqîriyê ditibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didî û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di fikr û ramanên wê de şirîntir û bihêztir dibûn.

Herçend ku Leyla Qasim di temnek kêm û hê jî ciwan bû, lê ji zarokatiyê pir bi aqil, şareza û têgihiştî bû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû. Ev nîşana yekê bû ji bo selmandina vê rastiyê ku Leyla Qasim dixwaze li ser roya demokrasiyê heta canê xwe jî fîda bike.

Leyla bi riya birayê xwe yê mezin şehîd Selam Qasim ku bi şêweyek nihînî endamê Partî Demokratî Kurdistana Iraqê bû sala 1970’an bi fêrmî bû endama wê partiyê û xebata xwe ya ji bo doza netewa xwe di nava xwîndevanên Kurd de dadestpêkirin. Piştî wê li bajarê Bexdayê lîse jî qedand û dûre sala 1971’an di para edebyatê beşê sosiyolojî li zanîngeha bajarê Bexdayê hat pejirandin.

Ji sala 1972’an di nava bajarê Bexdayê de liv û lebata yekitiya xwendevanên Kurdistanê herçend îstixbara Beesîyên Iraqê her der û hertişt kontrol dikirin, roj bi roj zêdetir dibû. Li wan salan piraniya hêz û bizava şoreş Kurdan ya di bin rêbertiya PDK-I de li çiyayên ba?ûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ku herkes dibêje:

” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, biryar da ku tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin.”

Roja 28. Nisana sala 1974’an (28. 04. 1974) Leyla û çar hevalên wê (Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî, hatin girtin

Rejîma xwînmij a Iraqê di roja 12 .05.1974 an de seet 7 ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdamkirin.

Nerîna min :

Îro