Cîhan

Li Amerika behsa Kurdistanek bi hêz hate kirin

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa piştî civîna li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand: “Emê peywendiyên xwe yên li gel Amerîkayê bihêztir bikin.”Şeva derbasbûyî 13-11-2017, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li Washingtona paytexta Amerîkayê li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk hevdîtinek pêk anî.Hevdîtin li Wezareta Derve ya Amerîkayê pêk hat û behsa rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.Piştî civînê Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk di twîttekê de ragihand, wan di çarçoveya destûra Iraqê de behsa Kurdistanekî bi hêz û yekgirtî kirine.Herwiha Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî li ser navnîşana xwe ya twîtterê ragihand: “Ev civîn ji bo pêdaçûna li ser guhertinên dawîn û herwiha pabendbûna me ya bihêzkirina peywedniyên Amerîka û hikûmeta Herêma Kurdistanê, derfeteke baş bû.”Ev civîn di demekê de ye, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ew dixwazind I çarçoveya Destûra Iraqê de li gel Bexdayê danûstandinan bikin.Beriya niha jî Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê James Mattis piştgiriya welatê xwe ya ji bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de anîbû ziman.

Back to top button