Cîhan

Li Barcelona bûyerek terorîstî

Li Ispanya Bajarê Barcelona di bûyerek teroristî de 12 kesên sivil jiyana xwe ji dest dan û 80 kes jî birîndarin.Terorîstan bi otomobilekî ajot ser xelkê ku zikakande rêve diçûn û ew perçikandin.Herweha di heman demê de du kesan jî bi çekan êrîşê resturantekî kirin.Li gora daxûyaniya polisên Katalonya di bûyerê de terorîstek hate kuştin û kesek jî bi saxî girtine.Kesek ji terorîstan hatiye kifşkirin û polisan weneyên wî belav kirine û lê digerin. Kesek hemwelatiyê Maroco(Maxrib)ye û navê wê jî Driss Oukabir e.Wezirê navxwe yê Katalonya da xûyakirin ku,mimkine hêjmara miriyan zehftir bibe ji ber ku birîna hinek ji birîndaran girane.
Back to top button